Çalakvanên 'Nobeta Edaletê': Divê herkes xwedî li çalakiyan derkeve 2023-12-09 17:07:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Wan, Mêrsîn û Edenê çalakiya "Nobeta Edaletê" didomin û kesên ku tevlî çalakiyê bûn bang xwedîderketina li çalakiyan kir.    Bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û rakirina tecrîdê, bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin didome.    Amed    Nobeta Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê hatiye destpêkirin di roja 6’an de berdewam dike.    Li eywana avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rezanê ku nobet lê didome pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em ji zindanan re bibin deng” û “Ji dayikên lehengan, hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” hatin daliqandin. Kesên di çalakiyê de cih digirein pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) HEDEP û nûnerên Hewldana 78’an serdana nobetê kirin. Beşdarvanan jî heman pêşmalk li xwe kirin. Çalakvanan, ji bo ku tecrîd were şikandin herkes vexwendin têkoşînê. Dayikên di çalakiyê de dest bi çêkirina êlek û qazaxan kirin gotin ku dê wan ji bo girtiyan bişînin. Çalakî bi stranên ku dayikan gotin bi dawî bû.    Mêrsîn    Nobeta ku Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) daye destpêkirin jî li avahiya komeleyê berdewam kir. Dayikên Aştiyê û hin nûnerên saziyên sivîl tê de cih girtin.    Hevserokê TUAY-DER’a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş ê di nobetê de axivî, anî ziman ku Nobeta Edaletê ya îro diyarî jinên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê di çalakiya greva birçîbûnê de ne dikin. Altûntaş, bal kişand ku çalakiya greva birçîbûnê di roja 13’an de berdewam dike û wiha got: “Nobetên Edaletê bi tevlibûna saziyên me û gelê me berdewam dikin. Plana me heye ku ji niha şunde naveroka nobetan dagirin, veguherînin akademiyên ku fikrên Serokatiyê bên nîqaşkirin û bi perwerdehiyan berdewam bike.”   Ergîn Altûntaş pişt re peyamên jinên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tên ragirtin parve kirin. Di peyama jinan de wiha hate gotin: “Çalakiya me ya greva birçîbûnê bi awayekî dorveger didome. Di serî de dayikên di Nobetên Edaletê de Nobetên Edaletê silav dikin. Di serî de Serokatî hemû zindanan silav dikin. Em ê serbikevin.”   Di nobetê de stran hatin gotin û bi awayekî bi dîmen ligel kesên di Nobetên Edaletê yên Amed û Wanê de hate axivîn. Peyamên piştevaniyê hatin dayîn û bi hev re stran hatin gotin.    Edene    Di çalakiya "Nobeda Edaletê" ya li Edeneyê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bênavber dewam kir. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DBP’ê, HEDEP’ê û HDP’ê û gelek kes beşdarî çalakiya nobetê ya li avahiya AATUAY-DER’a Akdenîz Edeneyê berdewam dike bûn.    Rêveberê AATUHAY-DER'ê Saît Sûndûk, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye, xwest her kes piştgiriyê bide çalakiya girtiyên siyasî hatiye destpêkirin. Saît bang kir, "Eger em çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin, divê tecrîd bê rakirin."    Wan    Li Wanê jî çalakiya ku ji hêla TUHAY-DER'ê ve li avahiya rêxistina DBP’a Bajêr de hatî destpêkirin di roja 5’emîn de ye. Rêxistina HEDEP û DBP'ê, aktîvîstên TJA, endamên MEBYA-DER'ê û nûnerên saziyên sivîl piştevaniya çalakiyê dikin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.    Parlamentera HEDEP'ê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di çalakiyê de axivî û got: "Pêwîste her kes bi berpirsyarî rabe û her kesê xwedî wijdan xwedî li çalakiyan derkeve. Divê em tecrîdê bişkînin. Riya şikandina tecrîdê berxwedana me ye. Em bawer dikin ku ger em têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin em ê bi ser bikevin. Ez hemû girtiyan û malbatên wan bi rêzdarî silav dikim.