Nobeda Edaletê di roja 5'an de ye 2023-12-08 13:18:43     AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ku li Amedê hat destpêkirin di roja 5’emîn de berdewam dike û di çalakiyê jinan ji bo Abdullah Ocalan cil honandin.    Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” û “Nobeda Edaletê” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Edaletê ku li Amedê hat destpêkirin di roja 5’emîn de berdewam dike. Nobet li Avahiya HEDEP'ê ya Rezanê dewam dike. Jin bi munabesta sersalê ji Abdullah Ocalan re cil honandin.    Jinan xwestin tiştên wê bihone bigihêje Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.