Ji bo Makbule Ozer banga piştevaniyê 2023-12-08 09:05:40     AMED - Aktîvîsta TJA’yê Nesîbe Uygun der barê Makbule Ozer a 81 salî de ku rapora ‘dikare girtî bimîne’ ji bo wê hatibû dayîn, axivî û banga piştevaniyê kir.   Makbule Ozer a 81 salî di 9'ê Gulana 2022'yan de li navçeya Artemêtê ya Wanê bi hinceta “Alîkariya rêxistinê kiriye” 2 sal û mehek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û hatibû girtin. Di 7'ê Îlona 2022'yan de piştî ku cezayê wê hatibû taloqkirin hatibû tehliyekirin. ATK’ê der barê Makbule Ozer de rapora dikare girtî bimîne da. Piştî biryarê ji bo Makbuleyê bang hatin kirin. Piştî bertekan bi hinceta di raporan de nakokî heye Serdozgeriya Komarê ya Wanê biryara ‘wê biryar ji nû ve bê nirxandin’ da û dosya şand ATK’ê.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nesîbe Uygun, der barê biryara ji bo Makbule Ozer hatiye dayîn û helwesta ATK’ê de nirxandin kir.  ‘Ji bo dewletê Kurdbûn têr dike’   Nesîbeyê daxuyakirin ku ji bo dewletê nasnameya jin û Kurdbûnê têrî ‘sûcdariyê’ dike û got: “Gelo dayikeke 81 salî wê alîkariyeke çawa bide rêxistinê an jî endamtiyeke çawa bike? Ji ber vê darizandina wê balkêş e. Tevî ji sedî 61 rapora wê ya astengdariyê heye û nikare hewcedariyên xwe bi xwe bike, biryara ‘bigirin bibin bavêjin girtîgehê’ didin. Ev nikare bê qebûlkirin û civak nikare vê normal pêşwazî bike.”   ‘Di Tipê de jî êdî biryarên alîgir tên dayîn’   Nesîbeyê bal kişand ser biryarên alîgir û wiha dirêjî dayê: “Baweriya civakê bi edaletê nemaye. Merciya herî bawerî pê dihat û serbixwe Tip bû. Lê em niha dinêrin tip jî biryarên alîgir didin. Ji bo girtiyê nexweş Şakîr Turan rapora ‘nikare girtî bimîne’ hat dayîn.Tevî vê biryarê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene. Tevî nexweşên giran hene nayên berdan. Ger ku ew girtî firoşkarên tiryakê bûna û jin qetil kiribûna wê bihatana berdan. Divê em bêdadiya pergalê ji vir bibînin.”   ‘Gelê Kurd bi salan e têdikoşe’   Nesîbeyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zilm, komkujî û êrîşên dewletê û daxuyakirin ku gelê Kurd bi salan e li dijî van êrîşan têkoşîna xwe dimeşîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî hemû bêdadiyan divê her kes bêje êdî bes e. Divê her kes rabe ser piyan. Em biryara ji bo Makbuleyê hatiye dayîn qebûl nakin. Divê di serî de jin, hemû kes xwedî li Makbuleyê derkevin.”