Ji 'Nobeta Edaletê' bangewazî: Werin em yekîtiya xwe ava bikin 2023-12-08 09:04:45   Rojda Aydin    WAN - Jinên ku piştgiriya çalakiya “Nobeta Edaletê” dikin, diyar kirin ku heke Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan negihîje azadiya xwe dê civak jî azad nebe û gotin: "Divê ji bo têkbirina tecrîdê yekitî pêş bikeve."    Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY -DER), bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda giran de ye û ji bo piştevaniya bi kampanya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ya greva birçîbûnê ku ji aliyê girtiyan ve di 27’ê Mijdarê de hatiye destpêkirin, li Amed, Wan, Edene û Mersînê dest bi “Nobeda Edaletê” kirin. Piştevaniya li hemberî çalakiyê her ku diçe mezin dibe.   Jinên ku piştgiriya çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Wanê kirin ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û banga yekitiyê kirin.    ‘Azadiya me girêdayî Serokatî ye’   Dayika Aştiyê Rabîa Algor, tecrîda ku li Îmraliyê û li hemû girtîgehan tê meşandin şermezar kir û anî ziman ku ev bi salan e ew daxwaza rakirina tecrîdê dikin. Rabîa, bi lêv kir ku ew ji daxwaza xwe bi israrin û wiha got: “Bila tecrîda ser Serok bê rakirin û girtiyên me nekevin çalakiya greva birçîbûnê. Ji xwe zextek mezin ser girtiyan tê meşandin. Îro ne bi tenê girtiyek hezaran girtî dest bi vê çalakiya greva birçîbûnê dikin. Beriya du sê salan dîsa çalakiya greva birçîbûnê destpêkiribû. Girtiyên me ku dikevin greva birçîbûnê ji bo me gelek zor û zehmet e. Gelên ku bi rûmet û şeref bila rabin ser piyan. Ew zarokên me hemûyan e ku îro ketine greva birçîbûnê. Êdî bes e, vê tecrîdê rakin. Ez berxwedana girtiyan slav dikim. Em nikarin ji Birêz Ocalan tu agahiyekî bigirin. Ji ber bêedaletiyê em nikarin agahiyak jê bigirin. Hemû dewletan çavên û guhên xwe girtine. Azadiya me girêdayî Serok e."   ‘Serok azad bikin azadiyê bi dest bixin’   Dayika girtiyê bi navê Nazmî Aydin ê ku di Girtîgeha Girtî Tîpa T a Antalyayê de girtiye, Zelîha Aydin jî destnîşan kir ku kurê wê 7 sal in girtiye û got kurê wê jî ketiye çalakiya greva birçîbûnê ye. Zeliha, çalakiya girtiyan slav kir û got ji ber kurê xwe serbilinde û wiha pê de çû: “Em dixwazin demildest tecrîda ser Serokatî bêrakirin û bigihîje azadiya xwe. Ger ku em Serok azad bikin em ê azadiyê bi dest bixin.”    ‘Em ê bi yekîtiyê Serok azad bikin’   Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rêya Armûşê Macîde Varhan jî da xuyakirin ku ew ji bo piştgiriya girtîgehan bikin dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirine û got ew tecrîda ku bi salane hatiye girankirin qebûl nakin. Macîde, diyar kir ku ew ê li dijî tecrîdê bêdeng nebînin û wiha domand: “Em ji bo tecrîda ser Serok rabibe û piştevahiya girtiyên xwe bikin hatine li vê derê. Em girtiyên xwe bi tenê nehêlin û rabin ser piyan. Ger ku em rabin ser piyan û bibin yek wê demê em ê bi ser kevin. Heta ku em tecrîda ser Serokatî neşkînin em ê her gav di bin tecrîdê de bin. Banga min ji hemû gelê me ew e ku rabin ser piyan û dengê xwe bilind bikin. Em vê bêdengiya li derve bişkînin û bêjin êdî bes e. Em heta yekîtiya xwe ava nekin em ê nekaribin tecrîdê jî bişkînin. Ji ber vê yekê banga min ew e ku werin em yekîtiya xwe ava bikin û tecrîdê bişkînin. Em bi girtinê û binçavkirinê natirsin. Ger ku em bibin yek ew ê ji me bitirsin. Ew ji ber ku ji me ditirsin lewma vê tecrîdê ev qas sal in giran kiriye. Em ê bi yekîtiyê Serok azad bikin.”