Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê tê destpêkirin 2023-12-04 11:37:38   AMED - Şaxa TUAY -DER'ê ya Amedê bi dirûşma, "Ji bo Edaletê em tecrîdê bi dawî bikin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê girtiyan" dest bi nobeda edaletê dike.    Şaxa Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtiyan re (TUAY -DER) a Amedê, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda giran de ye û ji bo piştevaniya bi kampanya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ya greva birçîbûnê ku ji aliyê girtiyan ve hatiye destpêkirin dest bi nobeda edaletê dike. Di daxuyaniya ku li avahiya komeleyêa ya li Rezana Amedê hat dayîn de nûnerên partiyên siyasî û yên saziyên sivîl tevli bûn.    Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat bertek nîşanî polîsên hewl didan daxuyaniya li pêşiya komeleyê asteng bikin da û diyar kir ku dê li her devera komeleya TUHAD-FED’ê lê heye nobetan bidin destpêkirin.    Kerem wiha domand: “Em tevek niha di tecrîdê de ne. Dîmenê îro jî vê rastiyê nîşan dide.” Kerem bi anî ziman ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 33 meh in tu agahî nayên girtin û wiha pê de çû: “Girtiyên siyasî ji bo ku raya giştî ya derve li dijî tecrîdê bêhtir dengê xwe derxîne dest bi greva birçîbûnê kirin. Em jî dixwazin bi çalakiya xwe ya nobetê bêhtir bibin deng, dil û çavê girtiyan. Em dixwazin raya giştî di vê mijarê de bêhtir bihestiyar tevbigere. Hêj grevên birçîbûnê neketin merheleyeke xeternak divê em bêhtir bibin dengê girtîgehan.”    Di berdewamê de Kerem ev tişt anî ziman: “Li gorî me sedema temamiya xitîmînên heyî, tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo jiholêrakirina vê rewşê, divê Abdullah Ocalan bikare bi parêzerên xwe re, bi malbat û bi raya giştî re bê gel hev. Li gorî me dê ev yek di mijarên aborî, siyasî û derûnî de bandoreke erênî bike. Gotinên birêz Abdullah Ocalan ji bo raya giştî binirx in û got ‘Ez dikarim di nava hefteyekê de şerê li Tirkiyeyê bidim sekinandin'. Ev gotin, pir girîng e. Em ê li gel sazî partiyên siyasî dest bi nobetê bikin. Her 3 rojan carekê dê nobet were dewrkirin.”    Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.    Piştî daxuyaniyê jî nobet dest pê kir.