‘Bibin dengê berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê' 2023-12-04 11:26:23   AMED – Jinan der barê greva birçîbûnê ya ku 8 roj in li girtîgehan berdewam dike axivîn û gotin: “Em di serdemeke hebûn û nebûnê re derbas dibin. Werin em piştgiriyê bidin hev û dawî li tecrîdê bînin."   Di mîtînga 2’yê Kanûnê ya ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ve bi dirûşma “Em ji bo kedê budçeya gel a demokratîk dixwazin” bi sedan kes li dijî neheqî, îstîsmar û zilmê hatin cem hev. Greva birçîbûnê ya ku di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" di 27'ê Mijdarê de dest pê kir û di roja 8'emîn de berdewam dike, li qada mîtîngê jî hate silavkirin.    Jinên ku tevlî mîtîngê bûn derbarê greva birçîbûnê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û banga mezinkirina hevgirtinê kirin.   'Divê em piştevaniya hev bikin'   Îhsan Topuz 26 sal in girtiye, 45 sal ceza lê hatiye birîn û tevlî greva birçîbûnê bû. Dayika wî Halîme Topuz, diyar kir ku çi ji destê wan bê dê bikin û wiha axivî: "Ez bang li Serokomar û Wezareta Edaletê dikim. Ev têkoşîn 46 sal in didome, 46 salên din jî bidome dê em ê di nav de bin. Êdî bes e. Em ev qas gav davêjin bila ew jî gavekî bavêjin. Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan ranebe tecrîda li ser me jî ranabe. Serokên hemû gelan heye û serokê Gelê Kurd jî Birêz Abdullah Ocalan e. Em xwişk û biratiyê û aştiyê dixwazin. Ez bang li malbat, welatparêz û kurdan dikim em di serdemeke hebûn û nebûnê re derbas dibin û divê em piştevaniya hev bikin."    'Tecrîd rabe gel dê azad bibe'   Medya Yerlîkaya, di axaftina xwe de bal kişand ser zextên li hemberî gel û got: "Li dijî zextan li girtîgehan greva birçîbûnê hat destpêkirin. Divê em piştevaniya çalakvanan bikin. Em berxwedana wan pîroz kirin. Wekî duh û îro jî li dijî zext û zilmê li girtîgehan berxwedanek hebû û gel her tim piştevaniyê vê berxwedanê jî kir. Îro jî gel dê bibin dengê girtiyan û piştevaniya wan bikin. Em li dijî tecrîdê ne û îro heke tecrîd rabe gel dê azad bibe."    ‘Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurdan e'    Ayşe Guler, anî ziman ku girtiyên di girtîgehê de ji bo azadiya gelan dîl tên girtin û diyar kir ku divê gel piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê û wiha bi lêv kir: "Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ronahî ye. Rê rêya Îmraliyê nîşan dide. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka gelên Tirkiyeyê ye jî. Ger dengek ji her devera cîhanê were dê encamên çêtir werin bidestxistin. Ez bang li raya giştî dikim ku piştgiriyê bidin girtiyan."   Ji bo Abdullah Ocalan azadiya fîzîkî    Esma Seydaoglu jî destnîşan kir ku ji bo azadiya fizîkî divê tecrîd bê bidawîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li dijî tecrîdê divê em bibin dengê girtiyên ku greva birçîbûnê dane destpêkirin. Tecrîd ne tenê li girtîgehan, belavî tevahiya welat bû. Ez bang li her çar parçeyên Kurdistanê dikim ku li ku dibin bila bibin ji bo grevên birçîbûnê dengê xwe bilind bikin. Heke tecrîd bi dawî bibe dê kurd behnê bistîne."   'Em ê bibin dengê girtiyan'   Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser têkoşîna jinên girtî: "Li girtîgehan di serî de jin li dijî bêhiqûqiyê her di nav berxwedanê de bûn. Grevên birçûbên li dijî tecrîdê ye û daxwazeke heq e. Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan parçeyek ji vê berxwedanê ye. Divê em bibin dengê çalakiya greva birçîbûnê."