‘Bila demildest dawî li îşkenceya Îmraliyê bê anîn’ 2023-12-04 09:05:22   Dîlan Babat   ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rewşa girtiyên siyasî yên ketine greva birçîbûnê nirxandin û bang kir ku divê demildest dawî li tecrîdê bê anîn. Nuraye got ku ji bo şopandina grevên birçîbûnê jî heyet ava kirine.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di şertên giran yên tecrîdê de tê giritn 3 sal e malbat û parêzer nikarin hevdîtinê pê re bikin. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de  birayê rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan hevdîtinek telefonê kiribû. Her wiha girtiyên din yên li Îmraliyê tên girtin Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî tu agahî ji wan nayê girtin. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtiyên siyasî di 27’ê mijdarê de bi daxwaza ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ greva birçîbûnê ya bidem-derveger dan destpêkirin  û wê heta 15’ê Sibatê bidome.    Bi heman daxwazê di 12’ê îlona 2012’an de li 58 girtîgehan bi tevlibûna 483 girtiyan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Her wiha di 7’ê Mijdara 2018’an de bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û aktîvîsta TJA’yê Leyla Guven  grev hat destpêkirin.  Di pêvajoya greva birçîbûnê de 8 girtiyî li dijî tecrîdê çalaki pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.   Hevseroka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Nuray Çevîrmen der barê greva birçîbûnê ya hatiye destpêkirin û tecrîdê de nirxandin kir.   ‘Divê dawî li pergala îşkenceyê bê anîn’   Nurayê da zanîn ku  pergala tecrîda li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê bûye pergala îşkenceyê û wiha got: “Tevî di hiqûqa Tirkiy normên ku pêşî li tecrîdê digirin hene jî tecrîd veguheriye îşkenceyê. Abdullah Ocalan ne bi malbat ne jî bi parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike. Li Tirkiyeyê tevî di şertên giran de înfaz pêk tên jî maf heye ku girtî bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bikin. Lê li Îmraliyê pergalek taybet a tecrîdê pêk tê. Ev pergal polîtîk e. Tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye. Divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevbigere. Wekhevî ji bo her kesî ye. Divê ev teşeyê îşkenceya giran demildest bidawî bibe.”   ‘Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê her kes hewl bide’   Nurayê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Têkoşîna demokrasiyê û têkoşîna bidawîkirina binpêkirinan divê bê mezinkirin. Divê sazî piştgiriyê bidin. Divê partiyên siyasî bikin plansaziyên xwe. Divê binpêkirinên tên kirin bên dîtin. Divê her kes tecrîda Îmraliyê bibîne û di vê mijarê de gotina xwe bêje. Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê her kes hewl bide. Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan tên meşandin tê zanîn. Grevek mezin di 8’ê Mijdara 2018’an de bi pêşengiya leyla Guven pêk hatibû. Di 26’ê Gulana 2019’an de bi dawî bû. 8 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di 27’ê Midjara 2020’an de li 120 girtîgehan dîsa grev hat destpêkirin. Di 12’ê îlona 2021’ê de hat bidawîkirin. Îro dîsa girtî di greve de ne. ixabin ev tecrîd bidawî nebe wê grev bidomin.”    Nurayê wiha dawî lê anî: “Di pêvajoya grevan de me bi wezareta dadê re hevdîtin kiribû. Lê ji ber polîtîka dewletê bê encam man.  Ev ne çareserî ye. Divê malbat û parêzer demildest hevdîtinên xwe bikin. divê heyetên serbixwe û sazî serdanan bikin. Me di 28’ê Midjarê de dîsa serlêdan kir. Em nizanin wê çawa bi encam bibe. Lê ji bo rakirina tecrîdê em ê daxwaza xwe dubare bikin. Seranserê grevan wê heyetên me rewşê bişopînin. Di encama wê de wê raporên me jî hebin.”