Dayika Dîcle Muftuoglu: Nikarin dengê çapemeniya azad qut bikin 2023-12-04 09:04:14   Rojda Aydin    AGIRÎ - 1'emîn danişîna doza Hevseroka DFG'ê û edîtora MA'yê Dîcle Muftuoglu di 7'ê Kanûnê de tê dîtin. Dayika Dîcleyê diyar kir ku bi binçavkirin û girtinan nikarin dengê çapemeniya azad qut bikin û banga tevlîbûna li danişînê kir.    1'emîn danişîna Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu ku di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatibû girtin, dê di 7'ê kanûnê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. Dîcle li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê girtin, bi îdiaya "endamê rêxistinê" û "avakirin û birêvebirina rêxistinê" tê sûcdarkirin.   Dayika Dîcle, Necla Muftuoglu der barê keça xwe de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî û daxwaza berdana wê kir.   ‘Dîcle li dijî zilmê derket'    Necla, diyar kir ku her li hemberî çapemeniya azad zilm hebû ji vê zilmê jî her tim agahdar bû. Necla, bi lêv kir ku heta niha gelek caran derbarê Dîcleyê de de lêpirsîn hatiye vekirin û got: “Ev dewlet tişta ku dixwaze dike. Lê belê ne divê bê zanin ne Dîcle û ne jî em tu carî dev ji vê têkoşînê berdidin. Li dijî zilma ku li kurdan tê kirin em dibêjin êdî bes e."   'Ez ji berxwedana Dîcleyê serbilindim'   Necla, da zanîn ku divê li dijî zilmê derkevin û dengê xwe bilind bikin û wiha axivî: "Dîcle jî li dijî vê zilmê xwest dengê xwe bilind bike û bû rojnameger. Lê keça min bi awayek bê hiqûq û bê sedem hat girtin. Ma Dîcle çi kiriye? Tenê pênûsa Dîcleyê heye. Ji ber pênûsa xwe û ji ber nivîsên xwe hatiye girtin. Ez ji berxwedana wê serbilindim. Dîcle ji ber doz û zimanê xwe hatiye girtin."    ‘Ji bo ku dengê wan qut girtine’   Dayika Dîcleyê Necla, da zanîn bi binçavkirin û girtinan dixwazin dengê çapemeniya azad qut bikin, lê bi girtinê nayê qûtkirin. Necla, derbarê mijarê de wiha nêrînê xwe anî ziman: “Heval Serdar 13 mehan bê sûc û sedem di girtîgehê de ma. Ev zilmeke mezin e. Abdûrrahman Gok, Sedat Yilmaz û hevalên wê yên din hemû bê sedem hatine girtin."   'Dîcleyê bi kelepçeyan birine nexweşxanê'   Zext û zilma li girtîgehan li hemberî girtiyan tê kirin Necla bi wan hevokan anî ziman: "Dîcle niha li Girtîgeha Sîncanê ye. Li vir gelek pirsgirêk hene. Beriya mehekê nexweş ketiye û wê bi kelepçe birine nexweşxanê. Lê Dîcle bi kelepçeyê mûayeneyê qebûl nekiriye. Bertek nîşan daye û ji ber mûayeneyê qebûl nekiriye wê carekedin birine girtîgehê. Her wiha di dayîna pirtûkan de zehmetiyan derdixin. Ji bo ku em xemgîn nebin ji me re zêde behsa pirsgirêkan nake. Lê em bi rêya televîzyonê hîn dibin ku pirsgirêkên wan hene.”   ‘Dengê çapemeniya azad nayê qutkirin’   Necla, di dawiya axaftina xwe de daxwaza berdana Dîcleyê û hemû rojnamegerên girtî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tu sûcekê wan tuneye. Ji ber vê yekê divê demildest bên berdan. Ez dixwazin hemû rojnamegerên girtî bên berdan. Ji bo dengê wan bê qutkirin birîn îro di nav çar dîwaran de ne. Bi girtinê dengê wan nayê qutkirin. Ew di girtîgehê de zêdetir karê xwe dikin. Dengê çapemeniya azad tu carî nayê qutkirin. Ew yekê bigirin deh kesên din dê bên li şûna wan."