Li Mûşê bi ser malan de hat girtin 2023-12-03 11:55:36     MÛŞ - Li Mûşê di serdegirtina malan de endama Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê Berfîn Yekta hat binçavkirin.   Di saetên serê sibehê de li Mûşê polîs bi ser gelek malan de girt. Li gor agahiyên hatim girtin endama Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê Berfîn Yekta li gundê Kizilagaç di ecama serdegirtina malê de hatiye binçavkirin.   Di heman demê de li gundê Elçîler jî bi ser mala endamê meclîsa ciwanan Maruf Çelîkel de hatiye girtin. Marufê ku ne li malê bûye nehatiye binçavkirin.    Di dema serdegirtina malan de derî û pace hatine şikandin. Di dema lêgerînê de mal jî hatine belavkirin.