Piştî Komkujiya Vartînîsê hat binçavkirin: 30 sal in windaye 2023-12-03 09:03:22     Rojda Aydin   MÛŞ - Huseyîn Ugurlu, li qada gund bertek nîşanî komkujiya Vartînîsê da û piştre jî hat binçavkirin. Hevjîna wî Asiye destnîşan kir ku 30 sal in çavên wê her li rê ye, tenê wêneyên wî di destê wê de maye.    Di 3’yê Cotmeha sala 1993’yan de li bajaroka Vartînîsê ya navçeya Telî ya Mûşê di nav de zarok jî heyî 9 kes bi zindî hatin şewitandin. Wê demê ji heman malbatê Nasir Ogut, Eşref Ogut, Sevîm Ogut, Sevda Ogut, Mehmet Şakîr, Mehmet Şîrîn, Aycan, Cîhan û Cînal Ogut hatin qetilkirin.  Her wiha kesên wê demê bertek nîşanê bûyerê dan jî hatin binçavkirin û yek jî wan Huseyîn Ugurlu bû.    Huseyîn ku wê demê bertek nîşanê komkujiyê dide û tê binçavkirin. 30 sal in ji Huseyîn agahî nayê girtin.    Hevjînê Huseyîn, Asiye Ugurlu ji ajansa me JINNEWS'ê re behsa windakirina wî kir.   Piştî komkujiyê tê binçavkirin   Asiye, diyar kir ku ji ber ku bi ser komkujiyê re gelek dem derbas bûye û nexweşiyên wê jî çêbûne gelek tişt baş nayê bîra wê. Asiye, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser binçavkirina hevjînê xwe: "30 sal berê dewlet bir ser mala me de girt û hevjînê min binçav kir. Wê demê li gund li qonûtan şer derket. Ji ber wê şerê bi ser malan de girtin kî ket ber destên wan birin. Dema Komkujiya Vartînîsê bû, wê malbatê şewitandin. Hevjînê min ji ber ku li meydana gund bertek nîşanê wê bûyerê da heman şevê hat binçavkirin. Di binçavkirina ewilî de 12 rojan ma û piştre hat berdan. Piştî mehekê din bi ser mala me de girtin û careke din hevjînê min kirin binçavan. Hevjîna min wê rojê nexweş bû. Wî birin li pêşiya şaredariyê. Wê rojê bi tevî hevjînê min 21 kes hat binçavkirin. Gundiyan anîn li ber şaredariyê tazî kirin û îşkence li wan kirin. Ew 20 kesan hemû berdan, hevjîna min nehat berdan.”   Îşkence lê tê kirin   Asiye, destnîşan kir ku kesên bi hevjîna wê re hatine binçavkirin heta qereqolê dîtine ku îşkence lê hatiye kirin û piştî birine Mûşê şûnde nîşanê wan nedane. Asiye, daxuyakirin ku dema binçavan de bûye nîşanê wan jî nedane û wiha pê de çû: “Em çend caran çûn qereqolê nîşanê me nedidan. Em çûn emniyetê û serdozgeriyê jî kesî ji me re tiştekê negot. Me pirsa wî dikir digotin ‘Me nedîtiye, li cem me nîne’. Dema em çûn qereqolê dîsa pirsa wî kirin. Di emniyetê de ji kurê min re gotin ‘Navê çend kesan bêje em ê bavê te nîşanê te bidin’. Wê demê zarokên min hemû biçûk bûn. Zarokê min ê herî biçûk 3 salî bû.”   30 sal in windaye   Wê demê cerdevanî ku li şêniyên bajarokê Vartînîs dihat ferzkirin, welatî qebûl nakin û li hember vê yekê zilma li ser wan zêde dibe. Wê demê fermandarê qereqolê ji gel re dibêje, “Vartînîs, gundek wek zêrane. Ez ê vê derê ji we re teng bikim. Ya hûnê bibin mirov an jî hûnê yek bi yek xilas bibin”. Şahidên wê demê ku li ber şaredariyê hatine komkirin, dibînin ku cenazeyê wî di hindirê maşîneya zirxî de ye û bedena wî ya ku hatiye îşkencekirin avêtine li pêşiya gel. Asiye, destnîşan kir ku ji şahidên wê demê re gotine “nemiriye” û wî dibin. Asiye, destnîşan kir ku ji wê demê vir ve tu agahiyek ji hevjîna xwe nagire û wiha axivî: “Em nizanin ku bi ku derê ve birine. Me tu agahiyek jê negirt. Me serlêdanê gelek cihan kir, lê belê tu bersivek nedan me. Me DNA jî da, lê encama wê jî derneket. Me zanibû ku ew birine, lê me nizanibû ku çi anîn serê wî. Heta niha tu şopekê tuneye. Me doz vekir, lê doz hat girtin.”   2 sal şûnde mirina wî tê dayîn     Piştî windakirin Huseyîn Ugurlu 2 sal şûnde mirina wî tê îlankirin, lê ji malbatê re tu tişt nayê gotin. Piştî ku keyayê gund agahiyê dide, malbat ji rewşê agahdar dibin. Di heman demê de Huseyîn wê demê ji aliyê kiryarê Komkujiya Vartînîsê Bulent Karaoglû ve tê binçavkirin.     Wêneyê dawî…   Asiye, wêneyê hevjîna xwe û di komkujiyê de Nasir Ogut ê ku hatiye qetilkirin, bi hev re li Stenbolê kişandiye nîşan dide û dibêje “Wêneyê wî yê herî dawî bû.” Asiye, bi lêv kir ku Nasir û hevjînê wê gelek ji hevdû hezdikirin û hevalên hev ên başbûn û wiha domand: “Hertim bi hev re bûn. Gelek hevdû hezdikirin. Ev wêne 3-4 sal beriya komkujiyê hatiye kişandin. Çavên min hîn jî rê ye. Ez heya ku bimirin çavên min hêj dê di rêya wî de be.”