'Li dijî tecrîdê divê xeta têkoşînê bê berfirehkirin' 2023-11-28 09:05:34     Oznûr Deger   MÊRDÎN - Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçeci, bal kişand ser ser "Meşa Azadiyê" ya ber bi Gemlîkê û got: "Dê li dijî pergala ku tecrîdê li me ferz dike têkoşînek bê dayîn û ev têkoşin jî dê bi pêşengiya jinan pêk bê."    33 meh in ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Li dijî tecrîdê û agahî negirtinê di 18'ê Mijdarê de bi dirûşma "Meşa Azadiyê" ber bi Gemlîkê ve ji hêla partiyên siyasî û saziyên sivîl ve meş hat organîzekirin. Bi sedan welatî ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tevlî meşê bûn.     Çalakiyên li dijî tecrîdê li Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikin. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Berîvan Bahçeci ji ajansa me JINNEWS'ê behsa bandora tecrîdê û girîngiya "Meşa Azadiyê" kir.    Li dijî tecrîdê berfirehkirina xeta têkoşînê    Berîvan, diyar kir ku ev pêvajo bi Meşa Gemlîkê ve dest pê nekir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di civînên gel ên ku ji hêla DBP'ê, TJA'yê û HEDEP'ê ve hat kirin de ev daxwaz derketin holê. Ne tenê li hemberî Birêz Ocalan li hemberî tevahiya beşên civakê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîdek mezin heye. Ji bo têkbirina tecrîdê divê xeteke têkoşîne bê hunandin. Ev xet jî bi nîqaşên gel re derket holê. Ev tişt bi gel re hat nîqaşkirin û biryar hatin dayîn. Êdî ne tenê tecrîda li Îmraliyê tecrîda li hemberî jin, civak û aboriyê divê bê têkbirin."   'Ne têkbirîna tecrîdê armanc azadiya bi fîzîkî ye'   Berîvan, di axaftina xwe de bal kişand ser meşa 9'ê Cotmehê û got: "Divê meşê de jî me dît ku daxwaza ne tenê têkbirîna tecrîdê ye daxwaz azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan e. Ev dengeke hevpar bû. Piştre meşa Gemlîkê derket holê. Meşa Gemlîkê meşek e girîng bû, xebateke hevpar bû û ji ber vê jî meşeke bi nirx bû. Ligel her cure zext û astengiyan gel xwe gihand Gemlîkê. Bi vê re jî atmosfereke erênî hat afirandin. Ev tişt ji bo me destpêk bû. Em ê wek DBP'ê rol û mîsyona xwe bînin cih. Ji bo me mijara sereke tecrîd e û ne şikandina tecrîdê azadiya fîzîkî ye. Em ê di vê çarçoveyê de kar û xebatên xwe bidin meşandin."   'Dê xebatên xwe berfirehtir bikin'   Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan, da zanîn beyî gel tiştek serkeftî nabe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo berfirehkirina xeta têkoşînê dê xebatên me bidome. Jin civakê dizayn dike. Ji ber vê sedemê jî di serî de jin tê têkoşîna xwe ya têkbirina tecrîdê pêş bixe."