Dayikên Aştiyê: Heta tecrîd bidawî nebe wê ev gel raneweste! 2023-11-26 09:06:02   Elfazî Toral   STENBOL - Endamên Dayikên Aştiyê yên Stenbolê ku di "Meşa Azadiyê" ya Gemlîkê de di eniya pêş de cih girtin wiha got: “Em dixwazin ji serokatiya xwe agahiyê bigirin. Tu kes nikare pêşî li me bigire. Daxwaza me zelale. Hem Gelê Kurd hem Gelê Tirk dizane ku çareserî Îmraliye. Heta tecrîd ranebe wê ev gel nesekine.”   Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran ya MED'ê (MED TÛHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Bûroya Hiqûqê ya  Asrînê, Komeleya Lêkolînên Kurd û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) di 19’ê Mijdarê de bi sedan kes bi armanca şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji her çar alî ber bi navçeya Gemlîk a Bursayê meş pêk hat.   Endamên Dayikên Aştiyê yên Stenbolê Fatma Yilmaz û Guler Bugday ku tevli meşê bibûn ji JINNEWS’ê re axivî û diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin, dest ji daxwazên xwe bernedin.   ‘Divê Gelê Kurd xwedî li serokatiya xwe derkeve’   Fatma Yilmaz destnîşan kir ku bi armanca balê bikşînin ser tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalan çûne Gemlîkê û wiha vegot: “Divê Gelê Kurd xwedî li serokatiya xwe derkeve. Tevî hemû astengî û binçavkirinan em çûn Gemlîkê. Em ê heta dawî şopdarê bûyerê bin. Tecrîd di kîjan hiqûqêde heye. Gelê Kurd vê qebûl nake. Em dixwazin ji serokatiya xwe agahiyê bigirin. Mafê hevdîtinê ya parêzer û malbatê tê binpêkirin.”   Daxwaz zelale: Divê azadiya fîzîkî pêk bê!   Fatmayê, diyar kir ku tevî hemû êriş û astengiyan dê têkoşînê bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me tu car şûnde gav navêt. Em bi têkoşîna xwe ligel serokatiya xwe ne. Tu kes nikare me şûnde vegerîne. Em di azadiya fîzîkî ya serokatiya xwe de bi israr in. Daxwaza me zelale. Divê azadiya fîzîkî pêk bê.”   ‘Çareserî li Îmraliyê ye’   Guler Bugday jî nêrînên xwe anî ziman û wiha balkişand ser tecrîdê: “Tecrîd li ser Abdullah Ocalan, kurd û dostên kurdan jî tê meşandin. Di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû gelan pêk tê. Li girtîgehan pêk tê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd ji şer re jî zemînê av dike. Abdullah Ocalan serokê mîlyonane. Her kes vê dizane. Em dixwazin tecrîd rabe. Em vê qebûl nakin. Tecrîd ranebe çareserî jî ne pêkane. Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e. Polîtîkayên şer bandor li hemû gelan kiriye. Civak vê dizane û di serhildanê de ye. Kes polîtîkayên dewletê qebûl nake. Ji ber vê divê em li dijî tecrîdê têbikoşin.”   'Wê ev gel raneweste"   Gulerê her wiha balkişand ser têkoşîna girtiyan û gort divê gel xwedî li têkoşîna girtiyan derkevin û wiha dawî lê anî: “Sedema hemû pirsgirêkan tecrîda Îmraliyê ye. Em bi biryarek mezin meşiyan Gemlîkê. Dorpêça polîsan li her derê bû. Lê daxwaza gel zelal bû û gel bi biryar bû. Gel got di bila tecrîd rabe, dijhiqûqî bidawî be, azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê. Gelê Kurd carek din got em pergala Erdogan qbûl nakin. Ez ji bo aştî û azadiyê banga têkoşîna hevpar li hemû gelan dikim.”