'Em li dijî kuştina jinan, her dengê xwe bilind dikin' 2023-11-25 15:40:42     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Taxa Şêxmeqsûdê ji bo 25'ê Mijdarê daketin qadan û gotin bi têkoşîna jin û berxwedana wê û bi saya ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wê tundiya li ser jinan were rakirin.   Bi boneya 25'ê Mijdarê Toja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, îro bi sedan jinên li Taxa Şêxmeqsûdê herikîn qadan. Meş ji pêşiya eywana 8'ê Adarê ya ku dikeve milê taxa xerbî dest pê kir û ber bi qada nêzî çarxereya zeytûn a ku dikeve taxa Eşrefiyê bi dawî bû. Di meşê de wêneyên pakrewanên jin û ala Kongra Star di heman demê de pankarta bi nivîsa "Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê jin jiyan azadî" hatin hildan.   'Em li kêleka tevahî jinan disekinin'   Endama Mala Jinê ya Taxa Şêxmeqsûdê, Emel Horo da zanîn ew li gel hemû jinan disekinin û wiha got:"Îro em ji bo 25'ê Mijdarê, ji bo mezinkirina têkoşîna jinan, li hember tundiyê daketine qadan. Di taxa me ya biçûk de jinên ku xwe li ser ramanên Rêbertî bi rêxistin kirin îro têkoşînê didin dewam kirin. Îro li ser şopa dîroka têkoşîna jinan em tevahî jinan bi rêxistin dikin û dibin destek ji ber ku jin di tevahî dîrokê de ji aliyê zihniyetên desthilatdar êş kişandine."   'Di roja îro de jin di çeper û hemî qadan de cih digirin'   Emelê axaftina xwe wiha da dewamkirin û got:"Di roja me ya îro de û bi saya têkoşîna jinê ya domdar jinan di tevahî qadan de cihê xwe girtine. Îro jin çek li hember tunekirinê rakirin û xwe li dinyayê îsbat kirin. Ev jî ji bo me cihê serfiraziyê ye. Ev jî bi saya şopandina ramanên Rêber Abdullah Ocelan bû."   'Jina azad civak û mêrê bindest jî bi xwe re azad dike'   Di dawiya axaftina xwe de Emelê da diyarkirin ku heya jin azad nebe civak jî azad nebe û got:"Jina azad dikare bi xwe re mêrê ku di bin bandora desthilatdariya dewletan de dijî azad bike. Ji ber ku jin xwedî li keda dîrokî derdikeve. Bi azadbûna jinê re şoreş jî wê bi ser bikevin."   'Em li dijî kuştina jinan, her dengê xwe bilind dikin'   Di heman demê de dayika bi navê Sedîqa Mehmûd Reşo jî ji ajansa me re ji bo roja 25'ê Mijdarê axaftina xwe kir û wiha pê de çû:"Îro di vê çalakiya me de em, dengê xwe ji bo tevahî dinyayê û ji bo rêxistinên mafê mirovan bi rê dikin ku bi erka xwe rabin û li hember tundiya ku li ser jinê tê meşandin bê bersiv nemînin. Ji ber ku îro bi hezaran jin bi saya ramanên Rêbertî azadiya xwe misoger kirine. Em daxwaz dikin ku Rêberê me jî were azadkirin. Em li dijî kuştina jinan her dengê xwe bilind dikin."   'Têkoşîna me her bilintir dibe'   Her wiha jina bi navê Role Mihemed jî got:"Em îro ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinê daketine qadan û em daxwaza bidawîkirina tundiya li ser jinê dikin. Em ê wekî jinên li Taxa Şêxmeqsûdê, taxa berxwedanê her em ê têkoşîna xwe bilind bikin heya bidawîkirina tundiyê û misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî jinan."