Li Şirnexê şîdeta polîsan hat şermezarkirin 2023-11-25 14:37:18     ŞIRNEX - Jinên bi munasebeta 25'ê Mijdarê li Şirnexê derketin qadan bi mudaxaleya polîsan hatin binçavkirin. Rojnameger jî di nav de herî kêm 21 jin hatin binçavkirin. Jinan binçavkirinan bi çalakiya rûniştinê şermezar kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê xwest li Şirnexê bimeşe. Aktivîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl û gelek jin li qadê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan tevî nûçegîhana me Rozerîn Gultekin û nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut 21 jin kirin bin çavan.    Navên çend jinên ku hatin binçavkirin; Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, hevseroka HEDEP'ê ya Hezexê Elfesya Nas, aktîvîstên TJA'yê Guler Tunç, Hevseroka DBP'ê ya Cîzirê Zîlan Yaman, hevşaredara Hezexê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Songul Erden, hevseroka HDP'ê ya Hezexê Evîn Erden, hevseroka HDP'ê ya Silopiyê Asuman Kulter, Songul Kuçuki, Meryem Eşkara, Ayşe Atabay û ji Meclisa Dayikên Aştiyê ya ku paşnavê wê nehat zanîn Hatîce.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Nevroz Uysal Aslan, diyar kir ku 21 kes bi lêdanê hatine binçavkirin. Nevroz diyar kir ku li dijî şîdetê jinên kurd têdikoşin û dê têkoşîna me jî bidome. Nevroz, daxuyand ku ji bo hevalên wan ên hatî binçavkirin dê di nobetê de bin.    Piştî daxuyaniyê girse li ber avahiya partiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Çalakiya rûniştinê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.