Li Îzmîrê temaşekirina sînevîzyonê 2023-11-24 15:51:29     ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a HEDEP'ê ya Îzmîrê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê li avahiya HEDEP'ê sînevîzyonek weşand û bal kişand ser têkoşîna jinan.    Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demorasiyê ya (HEDEP) a Îzmîrê bi minasebeta 25'ê Mijdarê li avahiya rêxistina xwe sînevîzyonek nîşan da û bal kişand ser têkoşîna jinan.   Parlamentera HEDEP'ê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek jin tevbî bernameyê bûn. Piştî temaşekirina sînevîzyonê jinan bernameyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî kir.    Di bernameyê de bang li jinan hat kirin ku tevlî meşa ku sibê bê lidarxistin bibin.