'Her sal ji bo bidawîkirina tundiyê xebat tên meşandin' 2023-11-24 09:04:30     Mîdye Miqted   ŞEHBA - Endamên Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Kantona Efrîn-Şehbayê têkildarî 25'ê Mijdarê diyar kirin ku ji bo tundî bi dawî bibe ew her sal xebatan didin meşandin û wiha gotin:"Jin ji bo xwe ji tundiyê biparêzin vê rojê girîng dibînin û di vê rojê de derdikevin qadan. Her wiha jin ji bo pirsgirêkan çareser bikin jî vê rojê bi bîr tînin."   Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya kantona Efrîn-Şehbayê, Şêrîn Hesen û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Kantona Efrîn-Şehbayê, Sîdra Mistefa derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de wiha gotin:"Em jî wekî Navenda Lêkolînên Jineolojiyê mijara tundiyê ji xwe re wekî mijarek bingehîn dibînin. Ji ber tundî bandorê li ser her derê dike. Loma em  li ser tundiyê lêkolînên xwe berfireh dikin da ku pirsgirêka tundiyê bi riya felesefeya Rêber Abdullah Ocalan bidin çareserkirin. Em li ser vê bingehê têkoşîna xwe ya li dijî tundiya li ser jinan dewam dikin."   'Her sal ji bo bidawîkirina tundiyê xebat tên meşandin'   Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya kantona Efrîn-Şehbayê, Şêrîn Hesen li ser mijara tundiyê û şêwaza bidawîkirina tundiyê wiha got:"25'ê Mijdarê ji ber sedema tundiya li ser jinê, bû rojek cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê. Ev yek jî piştî ku sê jinên têkoşer bi destê mêrên desthilatdar hatin kuştin hat rojevê. Ji ber vê sedemê 25'ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hat îlankirin. Li ser vê bingehê tevahî jin her sal di heyva mijdarê de, bi gelek xebatan vê rojê bi bîr tînin û ji her carê zêdetir xwe bi rêxistin dikin. Her sal ji bo bidawîkirina tundiyê xebat tên meşandin. Jin ji bo xwe ji tundiyê biparêzin vê rojê girîng dibînin û di vê rojê de derdikevin qadan. Her wiha jin ji bo pirsgirêkan çareser bikin jî vê rojê bi bîr tînin."   Wateya tundî û qirkirinê   Şêrînê bal kişand ser wateya şidetê û wiha pê de çû:"Dema em wateya peyva qirkirin û şidetê bidin nirxandin, em têdigihêjin ku bi gelek rêbazan tê pênasekirin, ji ber ku tundî û qirkirin bi gelek şêwazan li ser kes tê meşandin. Çi ji aliyê axaftin, çi lêdan û çi tundiya teknolojîk û derûnî, di encamê de bi van hemûyan mêr qirkirinê didin meşandin. Lê ya girîng ew e ku em li dijî mêrên desthilatdar ên tundiyê dikin têkoşîna xwe mezin bikin. "    Têkoşîna li dijî desthilatdariyê    Şêrînê bal kişand ser rola desthilatdariyê ya di tundiya li ser jinan de û wiha pê de çû:"Ji bo em mijara pirsgirêka tundiyê çareser bikin divê em di destpêkê de li ser rola desthilatdaran bisekinin ka bê çawa dibin sedema tundiyê. Divê em pirs bikin û bibêjin çima desthilatdar dibe sedema tundiyê ? Divê em vê pirsê ji xwe re bikin û bi taybet guh bidin gotinên Rêber Abdullah Ocalan. Rêberê me dibêje, 'te li ku xwe winda kir, li eynî cihî li xwe bigere' . Desthildatdariyê dema sîstema xwe li ser me ferz kir divê em jî li dijî vêya li berxwe bidin û lêkolînê bikin. Îro wekî Jineolojiyê bi riya lêkolînên xwe em rastiyê derdixin holê û desthiledariya ku bi xwe re hemî cureyên tundiyê diafirîne bi dawî dikin."   Çareseriya tundiyê ya bi rêya felsefeya Abdullah Ocalan    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Kantona Efrîn-Şehbayê, Sîdra Mistefa derbarê mijara tundiyê û têkoşîna li dijî tundiyê de wiha got:"Mijara tundiyê ne mijarek nû ye. Ji dîrokê heta niha tundiya li ser jinan didome û di roja me ya îro de bûye rojevek cîhanî. Em jî wekî Navenda Lêkolînên Jineolojiyê mijara tundiyê ji xwe re wekî mijarek bingehîn dibînin. Ji ber tundî bandorê li ser her derê dike. Loma em  li ser tundiyê lêkolînên xwe berfireh dikin da ku pirsgirêka tundiyê bi riya felesefeya Rêber Abdullah Ocalan bidin çareserkirin. Em li ser vê bingehê têkoşîna xwe ya li dijî tundiya li ser jinan dewam dikin."   Girîngiya kar û xebatên tên kirin   Sîdrayê bal kişand ser girîngî û taybetmendiya derbarê kar û xebatên li ser tundiyê û wiha bi dawî kir:"Kar û xebatên derbarê tundiyê û hişyarkirina jinan de gelekî girîng e. Bi rêya xebatên berfireh ên derbarê tundiyê de û bi belavkirina perwerdeyê em hewl didin her jinek nasnameya xwe nas bike, agahiya wê ji dîroka wê hebe. Her wiha jin xwe ji tundiyê xelas bikin û  azadiya xwe bi dest bixin."