'Ji bo jiyanek bê tundî ber bi qadan ve' 2023-11-23 09:06:25   Elfazî Toral   STENBOL - Endama Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê Nazli Andan da zanîn ku îsal di 25’ê Mijdarê de wê li qada MecidiyekoyÊ bin û wiha got: “Di atmosfereke ku şer, xizanî û tundiya mêr heye, em ê  îsal 25’ê Mijdarê dîsa rêxistin bikin û li dijî tundiyê li kolanan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku li qadan bin. Çalakiya me wê di 16.00’an de pêk bê.”   Jin îsal jî di 25’ê Mijdarê de têkoşîna xwe ya bi israr didomînin û ji Kurdistanê heta Tirkiyeyê wê jin li her derê li qadan bin.  Rêxistin û saziyên jinan yên Stenbolê bi banga Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê wê li Qada Mecidiyekoyê saet di 16.00’an de bên gel hev.  Endama Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê Nazli Andan diyar kir ku tevî hemû zext û astengiyên deshtilatdariyê wê îsal jî çalakiyê pêk bînin û der barê vêde ji JINNEWS’ê re axivî.   Rojeva platformê tundiya mêr-dewletê ye Nazliyê da zanîn ku wek platform her sal bang li saziyên jinan dikin û îsal jî wê carek din bi jinan re bên ge hev û got: “Beriya 25’ê mijdarê em bi jinan re hatin gel hev û di sala dawî de çi hatiye jiyîn çi hatiye kirin û divê çi bê kirin, hatin nîqaşkirin. Me bernameya xwe bi hev re diyar kir. Di meha dawî 247 jin hatin qetilkirin. Li aliyekî malbat pîroz tê dîtin li aliyê din jin ji aliyê malbatan ve tên qetilkirin. Me wek platform em kir rojeva xwe. Tundî zêde bûye û mixabin polîtîka bêcezahiştinê jî li aliyekî jiyana me dipê.”   Ji bo gumanbaran xelat ji bo jinan ceza!   Nazliyê detsnîşan kir ku jinên di 25’ê Mijdarê de derdikevin kolanan tên darizandin û wiha daxuyand: “Pêşî li qetilkirina jinan tê vekirin. Gumanbarên jinan qetil dikin tên berdan. Gumanbar bi destê darazê tên xelatkirin. Tevî biryara durxistinê jin tên qetiklirin. Tundî û qetilkirin ji malbatê tê. Em dinêrin malbat pîroz tê dîtin. Qanûnên ku jiyana jinan tengezar dikin tên rojevê. Di çalakiyên 25’ê Mijdara 2022’an de jin bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Tevî hemû zextan jinan şûnde gav navêtin. Der barê polîsan de serlêdana sûc kirin. Jinên tundiya polîs teşhîr kirin hatin darizandin. Ji bo jinekê jî cezayê girtîtgehê hat dayîn.”   ‘Polîtîkaya şer’    Nazliyê balkişand ser tundiya dewleta-mêr ya bandor li ser girtîgehan jî kiriye û wiha daxuyand: “Li girtîgehan politika tecrîdê heye, jin di şert û mercên bi tendurist de namînin û ji gelek mafên xwe bêpar tên hiştin. Em dinêrin cilên Gultan Kişanakê jî nagirin hundir. Gelek îşkence li jinan tên kirin. Binpêkirinên mafan hene. Polîtîkayên şer di nava rojevên me de ne.”   Ji bo jiyanek bê tundî…   Nazliyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku jin ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê li her qadê tên xizankirin û keda wan tê binpêkirin û wiha dawî lê anî: “Li gorî salên borî tundiya li dijî jinan zêde bû. Polîtîkayên bêcezahiştin, tundî û şerê taybet, jinên penaber di rojeva me de ye. Em berbi 25’ê Mijdarê ve diçin û gelek gotinên bên gotin hene. atmosfereke ku şer, xizanî û tundiya mêr heye, em ê  îsal 25’ê Mijdarê dîsa rêxistin bikin û li dijî tundiyê li kolanan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku li qadan bin. Çalakiya me wê di 16.00’an de pêk bê.”