Cenazeyê Evrîm Amed nadin malbata wê! 2023-11-23 09:02:34     AMED - Ayşe Bayram (Evrim Amed) a  di 2019’an de li navçeya Elkê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide û cenazeyê wê yê li goristana bêkesan hatiye definkirin nadin malbata wê. Xuşka Evrîmê Miyeser Ozbayram diyar kir ku ji ber dayik û bavê wan jiyana xwe ji dest dane wê û birayê xwe ji bo cenaze bigirin serlêdan kirine, lê bi hinceta ku ne dayik û bav in ATK'ê serlêdana wan a testa DNA'yê ji bo girtina cenaze red kiriye û got ku ew cenazeyê xuşka xwe dixwaze.   Li Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên taybet ên şer her roj bi rêbazeke cuda tên meşandin. Yek ji rêbaza şerê taybet ku tê meşandin jî nêzîkatiya li hemberî cenazeyên şervanê azadiyê ye û bi nedayîna cenazeyan hem li heberî cenazeyan bêhurmetiyek mezin tê kirin û hem jî li malbatan îşkenceya derûnî tê kirin. Yek ji van malbatên ku nikarin cenazeyê xwe bigirin jî malbata Ayşe Bayram (Evrîm Amed) a di pêevçûneke li Elkê de bi 9 hevalên xwe re şehîd bûye û cenzeyê wê bêyî malbata wê li goristana Bêkesan a Elkêya Şirnexê hatiye definkirin e.   Evrîm Amed kî ye?   Evrîm Amed di sala 1993’yan de gundê Textê ya girêdayiyê navçeya Pasûr a Amedê ji dayîk dibe. Evrîmê dema ku 3 salî yê bavê wê jiyana xwe ji dest dide û piştî dibe 7 salî jî dayika wê jiyana xwe ji dest dide. Ji ber vê yekê jî Êvrîmê di temenê biçûk de ji gund derdikeve û li navenda Amedê, ligel apê xwe dimîne. Piştî ku dest bi lîseyê jî dike ligel xwişka xwe Miyeser Ozbayram dimîne. Evrîmê piştî Lîseyê li Zanîngeha Agiriyê li beşa civaknasiyê tê bicihkirin. Piştî ku Evrîmê dest bi zanîngehê dike bi du mehan  keça apê wê di şerê Kobaniyê de jiyana xwe ji dest dide û Evrîmê gelek di bin bandora wê de dimîne, herwiha têkoşîna jinên li Kobaniy li dijî DAIŞ didin jî bala wê dikişîne û di sala 2018’an de biryar dide ku tevlî PKK’ê bibe. Piştî tevlîbûnê di 23'yê mijdara 2019’an de li herema Elkê, di pevçûneke de bi 9 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dide.   Xuşka Evrîmê Miyeser Ozbayram ku bertek nîşanî nedana cenazeyê xuşka xwe da derbarê pêvajoya ji bo girtina cenazeyê de ji ajanasa me re axivî.    ‘Xwest piştgiriyê bide têkoşîna jinên Kobanê’   “Miyeser Ozbayram di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku xuşka wê Evrîmê di dema êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê de ji têkoşîna li dijî vê çeteyê ya jinan a li Kobanê gelek bi bandor bûye û wê demê tevli PKK’ê bûye. Miyeserê wiha got: “Evrîmê digot li dijî êrîşan pêwîste ku em jî li vir rabin ser piyan. Ger ku em îro li vir ranebin ser piyan îro li wê wê ji be jî êrîşî vir bikin. Divê em piştgiriyê bidin. Evrîmê biçûk bû lê dilê wê gelek mezin bû. Roja ku çû di nameya ji me re hiştibû de gotibû, 'Dilê min rehet nabe, ez îro diçim, bila hûn zanibin. Ji ber ku ez ê biçim îro dilê min pir rehet e. Bila serê we bilind bibe.' Piştî ku çû di 2019’an de li herema Elkê şehîd bû. Me agahiya şehadeta wê ji  Stêrk TV’yê bihîst. Nasnemeya wê hatibû parvekirin. Di nûçeyê de dihat gotin ku ew bi 9 hevalên xwe re di pevçûneke li Elkêya Şirnexê de şehîd bûye. Piştî ku em bi şahadeta wê haybûn em ji bo cenazeyê wê bigirin çûn Şirnexê.”   ‘Gotin cenaze tune ye’   Miyeserê da zanîn ku heta çûne cenaze hatine veşartin û ji ber vê çûne dozgeriyê. Miyeserê destnîşan kir ku dozgeriyê ji wan re gotiyê wan cenaze veşartiye û ji bo testa DNA’yê divê dayîk û bavê wê bên. Miyeserê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me got dayîk û baê meji zû ve jiyana xwe ji dest dane. Ji me re gotin em ji xeynî dayîk û bav ji kesî testa DNA’yê nagirin. Min got cenazeyê xwişka min nîşanê min bidin, ez wê nas dikim. Hûn dibêjin '9 kes in', di nav 9 kesan de ez dikarim xuşka xwe nas bikim. Ji me re gotin, 'ji ber ku cenaze nayê naskirin, pêwîste DNA bê girtin. Herwiha dayîk û bav tune be, em DNA’yê ji xwişk û bira nagrin.' Piştî israrên me ji me re gotin ji ber ku li Elkê jiyana xwe ji dest dane me CD’ya wan şandiye wê derê, em cenazeyan tenê 10 rojan di morgê de dihêlin, duh li goristana bêkesan hatine difinkirin û divê hûn biçin Elkê.'  Em jî çûn Elkêyê. Li Elkêyê jî ewilî polîsekî ji me re got cenaze li vir e, di nav 9 kesan de Ayşe Bayram heye. Got ez ê niha biçim ji dozger re bahs bikim û bi we re bibin alîkar. Piştî ku çû û vegeriya ji mer re gt ‘dibe ku em hinekî we bidin sekinandin ji ber ku cenaze nayê naskirin. Em ê gazî we bikin.’ Me jî got pirsgirêk nîne. Piştre dîsa heman polîsî ji me pirsî  ‘hûn ji navçeya Amedê tên an ji navendê tên?’ Me jî got em ji navçeya Pasûrê tên. Piştre bi dozgeriya Pasûrê re ketin tekiliyê û ji me re gotin, 'bi cehimin herin, cenaze menaze tune ye.' Birayê min got, 'dayîk û bavê me tune ye, bi me re bibin alîkar.' Piştre çek dirêjî zikê birayê min kirin û gotin ‘nêzîk nebe’. Birayê min got ‘tiştek di destê min de tune ye, ez we nakujim. Dibêjim cenazeyê xwişka min bidin.’ Dozgerî ji me re got ‘bi cehimin herin.’ Ji ber vê yekê em vegeriyan Amedê û me serî li dadgehê da. Ev sê care em serî li Saziya Tib a Edlî (ATK) didin lê red dikin.”   Her carê hincetek   Miyeserê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyand ku beriya du salan diçin dozgeriya Pasûrê û dîsa ji bo testê serî lê didin lê belê dîsa bê encam tê hîştin. Miyeserê da nîşandan ku ev saleke doz vekirine û di encama serlêdana wan ya herî dawî de hatiye gotin ku cenazeyek bi wî navî di destê wan de tune ye. Miyeserê wiha bilêvkir: “Gelo ev çi ye? Mirov matmayî dimîne. Li aliyekî dibêjin cenaze li vir e û divê hûn DNA’yê bidin. Piştre em diçin serlêdanê dikin vê carê jî dibêjin cenazeyek wiha di dest me de tune ye.”   ‘Dijmin dixwaze cenazeyê me bi me bide jibîrkirin’   Mîyeserê di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên ku di ser cenazeyan tên meşandin û da xuyakirin ku bi vî awayî zexta derûnî li malbatan tê kirin û wiha berdewam kir: “ Dijmin ji berê de bi vî rengî nêzî malbatan dibe. Bi rastî malbat di xetereyê da ne. Li aliyekî dibêjin cenaze di dest me de ye li alyekî jî dibêjin tune ye. Ev nayê qebûl kirin. Bila êdî bi vî wayî li hember me tevngerin û cenazeyên me bidin. Em vî tiştî qebûl nakin. Dixwazin cenazeyên me jî bi me bidin jibîrkirin. Em cenazeyê xwe dixwazin. Heta ku ez hebim ezê şopdara cenazeyê xuşka xwe bim. Ev bêexlaqî ye. Cenazeyên me dikin torbeyan, davêjin goristanên bêkesan û li ber çavên me cenazeyên me winda dikin.”   'Ez cenazeyê xuşka xwe dixwazim'   Miyeserê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dewlet dixwaze cenazeyan bêxwedî bihêle, lê ev zilm e û nayê qebûlkirin. Miyeserê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dixwazin bibêjin ku kesek li cenazeyan nabe xwed û dixwazin me jî bêdeng bikin. Ez ne ditirsim û ne jî bêdeng dimînim. Ez cenazeyê xuşka xwe dixwazim. Ne bişev û ne jî biroj ji bîra min naçe. Ji ber ku dayîk û bavê xuşka min ne li jiyanê ne ev berpirsiyarî li ser milê min e û ev jî ji min re pir giran tê. Xwişka min biçûka me bû, ez ê heta dawî doza cenazeyê wê bikim. Ew çi bikin jî ez ji daxwaza xwe nayêm xwarê.