Komeleya Jinan a Rosayê serdana MKG'ê kir 2023-11-20 16:30:32       AMED - Komeleya Jinan a Rosayê ji bo piştevaniya bi hev re serdana MKG'ê kir. Di serdana piştevaniyê de jinan bal kişandin ser têkoşîna hevpar a jinan û gotin yekîtiya di navbera jinan de hêzê dide jinan.   Rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê ji bo piştevaniya jinan a bi hev re çûn serdana  Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG). Rêveberên  Komeleya Jinan a Rosayê di destpêkê de vekirina MKG'ê pîroz kirin û bal kişandin ser girîngiya tevdîr û tifaqa di navbera saziyên jinan de.   'Piştevaniya jinan li dijî êrişan bersiveke xurt e'   Di destpêkê de Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Roza Metîna ji bo serdana, rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê spas kir û got:" Bi rastî jî di rojên bi vî rengî de piştevaniya di navbera saziyên jinan de gelekî girîng e. Bi taybet niha 25'ê Mijdarê nêz dibe û di vê çarçoveyê de piştevaniya di navbera saziyên jinan de li dijî êrişên îktidara heyî bersiveke xurt e. Loma jî ev serdana we jî bo me gelekî bi qîmet e. "   'Têkoşîna bi hev re ya li dijî tundiyê hêzê dide jinan'   Piştî axaftina Rozayê Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbilen axivî. Suzanê di destpêkê de da zanîn vekirina Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji bo wan gelekî girîng e û vekirina MKG'ê pîroz kir. Suzanê da zanîn têkoşîna bi hev re ya li dijî tundiyê hêzê dide jinan û wiha got:"Loma di çarçoveya xebatên li dijî tundiya li ser jinan de em ê ji bo endamên xwe jî bernameyekê li dar bixin. Em ê bi hev re tevli meşa li hemberî tundiyê bibin. "   Piştî peyamên jinan ên di çarçoveya xurtkirina piştevaniya jinan û xurtkirina rêxistinbûyina li dijî tundiyê de bernameya serdanê bi dawî bû.