Bi minasebeta 25'ê Mijdarê ji girtiyan re kart hatin şandin 2023-11-20 13:05:36     WAN - Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê yên li Wanê de di pêşengiya TJA'yê de jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ji Kolana Sanatê heta Postexaneya Navendî meşiyan û piştre kartpostalên ku amade kiribûn ji jinên girtî re şandin.   Bi pêşengiya Tevgera Jinan Azad (TJA) ya Wanê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY-DER), di çarçoveya Pêngava 25’ê Mijdarê ya Navneteweyî de ji jinên li girtîgehên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê girtî re, kart hatin şandin.  Jinên li TUHAY-DER'ê hatin gel , li ser kartpostalên ku anîne peyamên 25'ê Mijdarê nivîsandin û kirin zarfan. Jin piştre bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" ber bi postexaneyê ve meşiyan. Polîsan xwestin jinan asteng bikin lê li gel astengiya polîsan jî jinan meşa xwe dewam kir.    Li ser navê jinên hatin postexaneyê Hevseroka TUHAY-DER'ê Edîbe Babûr axivî û  diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî her cure tundiyê mezin bikin û xwest 25'ê Mijdarê ji bo hemû jinan bibe sedema wekhevî, demokrasî û azadiyê. Piştre jin ketin postexaneyê û kartên ku amade kiribûn ji girtiyên li girtîgehê re şandin.   Jin wê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de konsera dengbejiyê saet di14.00'an li avahiya HDP'ê ya Îpekyoluyê bê lidarxistin.