Li Nurdagiyê xizan û Sûriyeyî mane! 2023-11-20 09:03:20     Habîbe Eren   DÎLOK - Li navçeya Nurdagi ya Dîlokê ku erdhejê bandorek mezin lê kiribû ji bilî xizan û Sûriyeyiyan kes lê nemaye. Li Islahiyeyê jî di xaniyên bi xesar de Amreîs Asmaael ya Sûriyeyî bi 8 zarokên xwe re dimîne. Amreîs Asmaael diyar kir ku ew konteynirê dixwazin, jiyanek bi rêk û pêk dixwazin û got ku rewşa wan ne tu rewş e.   Di erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş bû bandor li gelek bajar û navçeyan kir. Yek ji van navçeyan jî Nurdagi ya 50 hezar nifusa wê heye û ya din jî Islahiye y a70 hezar nifûsa wê heye yên Dîlokê ne. Li Nurdag gelek  mirin û tevî 9 meh derbas bûye hîna kavil nehatine rakirin. Li Nurdagi li çar nokteyên cuda konteynir hatine avakirin û li wir jî wek her herêmê konteynirên cuda ji bo Sûriyeyiyan hatine avakirin.   Welatî diyar dikin ku ew ji neçarî lê dimînin û got hesinên avahiyên hatine hilweşandin tên komkirin û firotin lê hîna xaniyê wan nehatine çêkirin.   Ji bilî xizan û Suriyeyiyan kes li navçeyê nemaye     Li Nurdagiyê pirsgirêka binesazî û ava paqij didome. Gelek dibistan hilweşiyane û zaork neçar dimînin biçin dibistganên dur. Ji ber vê pirsgirêka veguhestinê tê jiyîn. Li Nurdagiyê ji bilî xizan û Sûriyeyiyan kes nemaye.   ‘Çavên min enfeksyon girt’   Emîne Bulbul ya 70 salî diyar kir ku ne alîkariyek heye ne tiştekî din û got: “Ez tenê dijîm. Min 9 xizmên xwe di erdhejê de winda kirin. Av pir pîs in. Çavên min enfeksiyon girtine.Ez nexweşim nikarim dermanên xwe bigirim. Divê ev der demildest bên paqijkirin. Rê bên vekirin. Şaredarî tune ye.”   Emel Cuma ji Halep a Sûriyeyê hatiye. Emel 25 salÎ ye û bi zarok û hevdjînê xwe re dimîne û diyar dike ku zor û zehmetiyên mezin dikşînin.     Pirsgirêkên penaberên Sûriyeyê   Fatma Recbu ya ji Sûriyeyê hatiye diyar kir ku gelek xizmên xwe di erdhejê de winda kirine. Fatmayê got: “Serşo tune ye, avrêj tune ye, havînê germ û zivistanê jî sar e. Ceyran tune ye. Em ji mala cîranên xwe kabloyê dikşînin. Cilşo tune ye cemedank tune ye. Dema erdhej çêbû, wekê şerê Sûriyeyê bû. Min tiştên li Sûriyeyê hîs kir li vir jî hîs kir. Çawa li Sûriyeyê ji mala xwe derketim li vir jî wisa derketim. Xaniyê hilweşiya kirê bû. Ji ber  xesarek mezin dît hilweşiya.”     ‘Dewlet wê vir cemawerî bike’   Esnafan jî bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku dewlet wê Nurdagi cemawerî bike û navçeyê bibe cihekî din. Ensafan diyar kir ku di hemû xebatên kolandinê de kanalên avê dertên û zemîn şemitiye.     Islahiye…   Li Islahiyê rewş ji Nurdagi hinek din baştire. Piranî dukan vebûne gel birînên xwe dikewîne. Lê şertên Sûriyeyiyan li vir berabtirin. Li taxa Yavuz Sultan Selîm di xaniyekî ku xesarek mezin dîtiye malbatek Sûriyeyî ya 10 kesî dijîn. Malbat 12 sal berê ji Lazkiyê hatine Tirkiyeyê. Navbera 3 û 14 salî de 8 zarokên malbatê hene û ji bilî yekî yên din naçin dibistanê. Di katê binî de jî malbatek Sûriyeyê ya 2 zarokên wan hene dimînin.    Di hewaya germ de di terasê de dimînin...   Amreîs Asmaaeîl diyar kir ku hevjînê wê li Lazkiyê xurdevanî kiriye û li vir jî heman karî dike û got: “Em hem di germê de li terasê dimînin û di sermaye de di hundir de dijîn. Daxwaza me konteynire. Keça min Kamar 14 salî ye û naç dibistanê. Li xwişk û birayên xwe dinêre. Ava paqij tune ye. Ceyran tune ye. Heta nivînên me jî tune ne. Em ji bo xwe qadek jiyanê ya rehet dixwazin.Em bi tirs dijîn. Ji bilî xurekê alîkarî nayê dayîn.”