Meşvanên Azadiyê ku gîhan Bursayê ber bi Gemlikê ve diçin! 2023-11-19 14:04:17     BÛRSA - Bi sedan "Meşvanên Azadiyê" ku li Taxa Arabayatagi hatin cem hev, tevî bi sedan kesên ji Stenbolê li gel hemû zext û astengiya polîsan ber bi Gemlîkê ve ketin rê.   "Meşa Azadiyê" ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi navçeya Gemlîkê ya Bursayê ve ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 33 meh in di bin tecrîda girankirî ya li Girava Îmraliyê de tê ragirtin û agahî jê nayê girtin, dewam dike.    Bursayê hatin gel hev   Tevî barana zêde ya ku di saetên serê sibê de li gelek navçeyên Stenbolê bariya, bi sedan kes bi dirûşma "Bijî Serok Apo" ber bi Gemlîkê ve ketin rê. Dîsa li Bursaya ku navenda sereke ya meşê ye, bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Taxa Arabayatagi ya navçeya Yildirimê, bi sedan kes li qadê kom bûn. Li derdora qada hevdîtinê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, wesayîtên binçavkirinê jî amade ne.   Ji Stenbolê ber bi gemlikê ve   Hin wesayîtên ku ji Stenbolê digihêjin Bûrsayê li noqteyên polîsan tên girtin, hin wesayît jî digihêjin Gemlîkê. Wesayîtên ji Stenbolê hatin li Bûrsayê bi "Meşa Azadiyê" re hatin cem hev û ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin.   Li aliyê din Saziyên HEDEP'ê yên navçeyên Înegol û Yildirim ên bûrsayê jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.