Ji Îzmîrê ber bi Gemlîkê ve Meşa Azadiyê dest pê kir 2023-11-19 11:28:45     ÎZMÎR - Ji bo "Meşa Azadiyê" ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, ji Îzmîrê ber bi Gemlîkê ve ketin rê.   Welatiyên ji Îzmîr, Mûgla, Manîsa, Aydin û Îzmîrê ji bo 'Meşa Azadiyê' ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li qada Newrozê ya Taxa Buca ya Akîncilarê hatin cem hev. Polîsan êrîşî welatiyên beriya birêketinê kom bûn kirin û 16 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta polîsan ya Çankayayê. Tevî mudaxeleyê jî çûna ber bi Gemlîkê ve dest pê kir.   Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Rêveberê HDP’ê yê Îzmîrê Mahsum Koç, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Bayrakli Ayşe Sılik, Cuma Kolu Kisa, Şakir Oklav, Fulya Erdoğan, Abdulgani Telli, Fatma Funda Akbulut, Dindar Arslangray, Ramazan Silik, Îbrahîn Esen , Nevzat Aktaş, Siraç Turgal, Emanet Kaban, Kudbettin Karagoz, Kamil Dağ.