Di 'Meşa Azadiyê' de parlamenteran rê ji trafîkê re girtin 2023-11-18 14:03:23   AMED - Li dijî astengkirina polîsan a çalakiya Meşa Azadiyê ya girseya li Amedê hat gel hevdu parlamenterên HEDEP'ê rê li trafîkê girtin.    Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ve "Meşa Azadiyê" li dar dixin. Rêxistin û gelên bajarê Kurdistanê yên ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin, li Parqa Koşuyoluyê ya Rezan a Amedê hat gel hev.   Gihaştin Amedê   Kesên ji bo Meşa Azadiyê ji Êlih, Sêrt û Rihayê derketin ser rê xwe gihandin Amedê. Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar û Keskin Bayindir jî tevlî meşê bûn.     Piştre welatî derbasî Parka Koşuyoluyê ya Amedê bûn.    Polîsan li parkê girse dorpêç kirin û gelek kes hatin binçavkirin. Girseya mayî hîn li parkê ne. Parlamenterên HEDEP'ê jî li dijî astengiyan derbasî cadê bûn û li vir çalakiya rûniştinê li dar xistin. Li vir Parlamentera HEDEP'ê ya Amedê Halide Turkoglu wiha got:"Îro ger em li vir nikaribin mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin ev encama polîtîkayên li Îmraliyê ne. Bêhiqûqiya herî mezin li vir tê îfşakirin. Heta hûn bêhiqûqiya xwe bidomînin wê çalakiya me bidome."   Parlamenterên hatine dorpêçkirin dirûşmên "Em ê bi serhildanê bi ser bikevin","Zext nikare me biçewisînin" berz kirin.     Çalakiya rûniştinê didome û welatiyên li der û dorê jî piştgirî dan.