Dayika Leylayê: Sedema bêdengiyê çi ye? 2023-11-16 09:04:45     Rozerîn Gultekîn   AMED - Dayika Leyla Gulcu ya ku 4 meh e nikare cenazeyê keça xwe bigire, Ayten Gulcu da zanîn ku ew hevalek pir baş bû ew nikare bê vegotin û wiha got: “Madeyên kîmyewî bi kar tînin. Naxwazin ev derkeve holê. Ji ber vê cenazeyan nadin. Hemû sazî cîhan bêdenge. Çima?”   Endama YJA STAR’ê Leyla Gulcu (Dîcle Eylem) li Çiyayê Bagokê di 4’ê Tebaxê de di bombebarana hat kirin de bi sê hevalên xwe re jiyan xwe ji dest da û li goristana bêkesan hat definirin. Cenaze bi mehane radestê malbatê nayê kirin. Malbatê di 17’ê Tebaxê de serî li serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da û mînaka DNA’yê da. Tevî evqas meh derbas bûye hîna DNA bi encam nebûye. Malbat li ser vê di 12’ê cotmehê de çû Mêrdînê û  xwest dozger ji bo rapora ATK’ê leztir bibe muzekereyê binivîse. Daxwaz ji aliyê dozger ve hat qebûlkirin û got ji bo rapor lez bibe wê muzekere b^enivîsin. Tevî mehek derbas bûye hîna encam nehatiye girtin. Dayika Leylayê, Ayten Gulcu bertek nîşanê mijarê da û banga piştgiriyê li sazî û parêzvanên maf kir.   Muzekkere 4 roj şûnde hat nivîsin   Aytenê da zanîn ku ji bo rapor lezgin bê amadekirin serî li dozgeriyê dane û dozgeriyê ev qebûlkiriye û got: “Tevî vê pêşketinek tuneye. Ji bo ji bo lezginbûnê hema belgeye dişînin lê belge 4 roj şûnde di 16’ê mehê de şandin. Dixwazin êşa me zêde bikin. Bila her kes xwedî li cenazeyên xwe derkeivn. Êdî bes e. Em ê heta dawî li pey cenazeyên xwe bin. Desthilatdarî dibêje ez mislimanim.  Lê tiştên dikin ne îslamiye. Ji ber cenazeyên me bi madeyên kîmyewî şewitandine nadin. 4 mehe me didin sekinandin.”    ‘Tiştên Israîl û Tirkiye dikin wekhev in’   Aytenê daxuyakirin ku ji bo cenazeyê xwe bigirin serî li saziyên parêzvanên maf dane lê ji wir jî kes li wan nenegeriyaye û wiha dirêjî daye: “Me serî li ÎHD’ê jî da lê wan jî tiştek nekir. Agahiyekê nadin. Parêzer bersiv nadin telefonan. Divê ÎHD li ser bisekine. Ez dewletê lanet dikim. Ev tişta tê kirin ne mirovahiye.  Divê cenazeyên me bidin. Tişta ku Israîl dike, Tirkiye jî dike. Madeyên kîmyewî bikar tînin. Naxwazin ev derkeve holê. Ji ber vê cenazeyan nadin. Hemû sazî cîhan bêdenge. Çima bêdengin?”   ‘Bila êdî bidawî be’   Aytenê wiha dawî lê anî: “Keça min mirovek baş bû. Hevalek baş bû. Bi gotinan nayê vegotin. Ez bang li hemû kesî dikim ku xwedî li cenazeyan derkevin. Bila gel li cem me be. Armanca me girtina cenazeyan e. Bila êdî aştî bê. Bila cenaze neyên. Kezeba me ji xwe şewitî bila yên dayikên din neşewitin. Em ê di rojên pêş de dîsa biçin Mêrdînê.”