Di feraseta nû ya şaredariyê de bi israr in: Em ê saziyên xwe ji nû ve bigirin 2023-11-15 09:04:02     Dîlan Babat - Oznûr Değer    ENQERE - Endama Lijneya Navenda Rêvebriya Herêmî ya Demokratîk Oznûr Evîn got ji bo hilbijartinên herêmî li qadan xebatên fîzîbîlîte pêk tînin û bi lêv kir ku di xebatê qadan de bi jinan re ferasta ‘ez jî dikarim bi rêve bibim’ dertê holê. Oznûrê her wiha diyar kir ku hedefa wan ev e ku saziyên hatine girtin û dewrê tarîkatan hatine kirin ji nûve bigirin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDP) bi dirûşmeya "Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Rêveberiyên Xwecihî Yên Azad ve!" di 12’yê Mijdarê de li Enqereyê Konferansa jinan a Rêveberiyên Herêmên Demokratîk li avahiya Balgat pêk anîn. Beriya konferansê li Kurdistanê atolye pêk hatin û li ser pirsên ‘jin şaredariyek çawa dixwazin’ xebatên fîzîbîlîte pêk hatin.   Endama Lijneya Navenda Rêveberiya Herêmî ya Demkratîk Oznûr Evîn der barê xebatan û sernavên di konferansê der derketine pêş de axivî.   ‘Me biryarên nû girtin’   Oznûrê diyar kir ku jinan di xebatê fîzîbîlîteyê de behsa feraseta jin dikarin di şaredariyê de cih bigiri kirine û gotin ev baş nayê cih û xwerexnedayîna xwe kirin. Oznûrê wiha vegot: “Şaredariyên civakî û şaredariyê jinan esas digirin hat dîtin ku xîtabê gelek aliyên civakê dikin û di navbera jinan de jî gotinên ‘ez jî dikarim şaredariyê bi rêve bibim’ derket holê. Şaredariya jinê, şaredariyeke ku bi polîtîkayên jinan tê meşandinê ye. Em hewl didin pergala fermuarê bi her awayî pêk bîni. Ji bo wekheviya nûneriyê me biryarên nû girtin.”   ‘Komên projeyê ava kirin’   Oznûrê her wiha destnîşan kir ku hewl didin li şaredariya nûneriya wekhev pêk bînin lê bi tayînkirina qeyûman re ev ji holê hatine rakirin û li qadên ku qeyûman texrîb kirin komên projeyan ava kirine. Oznûrê ev tişt bi lêv kir: “Li gelek bajaran texrîbat pêk hatin. Saziyên me hatin girtin û dewrî tarîkatan hatin kirin. An jî veguhertin malên şînê. Mêr tayînê midûriyetên polîtîkayên jinan kirin. Lê hedefa me eve ku em  saziyan şûnde bigirin.”   ‘Em bi biryar in’   Oznûrê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser polîtîkayên şerê taybet yê li Kurdistanê tê meşandinê û wiha anî ziman: “Hemû qadên ku jin û ciwanan xwe tê pêşdixistin bi destê qeyûman hatin tunekirin. Hemû qad hatin girtin. Polîtîkayên ku ciwanan ji rê derxin tên meşandin. Jinên ciwan dixin fuhuşê û hişbir û tiryakê lê ferz dikin. Lê li dijî van em bi biryarin ku têkoşîna xwe bilind bikin û bimeşînin. Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin. Em bi biryarin ku bajarên xwe bi gelê xwe re bi rêve bibin.”