Dosya Selamet Yeşîlmen 8 sale bi encam nebû: Dewletê em kuştin 2023-11-13 09:04:09     Oznur Deger   MÊRDÎN - Selamet Yeşîlmen 8 sal berê li Nisêbînê di dema qedexeyan de li ber mala xwe ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Keça wê Fîlîz Yeşîlmen wiha got: “Dewlet ji bo ser bûyerê bigire got ‘kurê Selametê Molotof çêkiriye, detsê wî de teqyaye, bombe amade kirine’. Lê dewletê bi bizanebûn em kuştin.”   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di navbra 2015-2016’an de di qedexeya kolanan de gelek binpêkirinên mafan û sûcên îşkenceyê hatin kirin. Tevî 8 sal derbas bûye hîna bandora wê heye. Bi dehan sivîl ji aliyê leşker û polîsan ve hatin qetilkirin. Her wiha gumanbar jî nehatin dîtin berovajî vê hatin parastin.   Selamet Yeşîlmen a 44 salî di 15’ê Mijdara 2015’an de li Nisêbînê li ber mala xwe hat qetilkirin. Selamet 5 mehî ducanî bû. Wê demê gule li kurê wê Fîkret û Sevcan ku wê demê 9 salî bû jî ket û birîndar bûn. Dermankirina Sevcanê hîna didome.   '8 sale tu pêşketin tune ye'   Tevî 8 sal der bas bûye jî gumanbar nehatin darizandin. Parêzerê malbatê serî li Serdozgeriya Komarêya Nisêbînê da û  dozger biryar da ku dosya di qada cezayê giran a Mêrdînê de ye û dosya şand serdozgeriya komarê ya Mêrdfînê. Dosya ku ji asta lêpirsînê derneket 8 sal e li wê hatiye rawestandin.   Malbatê bi hevkariya parêzerên xwe serî  li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê da û ji bo doz li , Wezareta Karên Hundir û Walîtiya Mêrdînê bê vekirin serî li dozgeriyê da.   Keça Selametê, Fîlîz Yeşîlmen der barê 8’emîn salvegera qetilkirina dayika xwe de axivî.   ‘Kî biketa ber wan gulebaran dikirin’    Fîlîzê da zanîn ku wê demê li Nisêbînê komkujî dihatin kirin û her kes hedef dihat giirtin û got: “Devlet Bahçelî wê demê got bila kevir li ser kevir nemîne.Piştî vê mirov hatin qetilkirin. Dayika min ji bo êm bide bizina xwe çû jêr. Piştre hat qetilkirin. Ew jî têr nekir xwişk û birayên min birîndar bûn. Dewlet ji bo ser bûyerê bigire got ‘kurê Selametê Molotof çêkiriye, d detsê wî de teqyaye, bombe amade kirine’. Lê dewletê bi zanebûn em kuştin. Yekane daxwaza me ev e ku kujer bên dîtin û cezakirin.”   ‘Dest ji dibistanê berda’   Fîlîzê daxuyakirin ku rojên pir zehmet jiyane û wiha domand: “Kes nema li xwişk û birayên min binêrin. Ji ber vê min dest ji dibistanê berda. Wek her hevalên xwe ez ê jî biçûma zanîngehê. Lê neçar mam dest ji dibistanê berdim. Min jiyana xwe da ser xwişk, bira û bavê xwe. Min rojê zehmet derbas kirin. Hemû bar li ser mile min ma. Berpirsyariyên dayika min li ser milê min man."   8 sal e edelet pêk nehat   Fîlîzê da zanîn ku çavekî xwişka wê ya birîndar protez kirine  û wiha vegot: “Xwişka min 8 sal e baş nebû. Dema bûyer pêk hat 9 salî bû. Niha 17 salî ye. Xwişka min bi şev radibû digot ez ditirsim. 8 sale tê dermankirin. Parçeyê şarapnelê li çavê wê ket. Ev 8 sal e edelet pêk nehat. Yekane daxwaza min dosya neyê veşartin û gumanbar bên cezakirin e.”