Li Wanê hevdîtinên gel: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re pêk bên 2023-11-09 09:05:23     Zelal Tunç   WAN - Jinên li Wan û navçeyên wê tevli hevdîtinên gel bûn diyar kirin ku divê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re demildest pêk bên û ji bo meşa 18’ê Mijdarê ya Gemlîkê jî banga tevlibûnê kirin.   33 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û serlêdanên malbat û parêzeran bêyî hincet tên redkirin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA)  Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyên di Dergûşa Şaristaniyan de (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya Malbat û Girtiyan (TUHAY-DER) wê di 18’ê mijdarê de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li navçeya Gemlîk a Bursayê ‘meşa azadiyê’ pêk bê. Di çarçoveya vê meşê de li bajaran hevdîtinên gel didomin. Li Wan û navçeyên wê Erdîş, Ebex, Elbaq û Şaxê hevdîtinên gel didomin.   Jinan der barê tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de ji ajansa me re axivîn.     Xizma girtî Maksude Ataman da zanîn ku 7 sal berê di navçeya Erdîşê di bûyera ku bûka wê Hediye Ataman hat şewitandin û qetilkirin de kurê wê Ahmet Ataman hatiye girtin û got: “Kurê min Ahmet ê li Mûşê girtîbû surgunê girtîgepa Tîpa L ya Pansorê hat kirin. Ez daxwaza edeletê dikim. Bila dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin.”   ‘Bila Abdullah Ocalan bê berdan’   Derya Taştan jî ku tevli hevdîtinê gel bibû wiha got: “Em dixwazin zarokên me bên berdan. Em serokatiya xwe mereq dikin. Pêkanînên tecrîdê wek zilmê ne. Ev zilm bi yekitiya gelê Kurd dikare rabe. Serê me bilind e. Em ê bi ser kevin.”   ‘Axa Rojava ya gelên wir e’   Hanim Varli jî bi lêv kir ku divê şerên li cîhanê didomin bi dawî be û wiha daxuyand: “Em van polîtîkayên înkar û îmhayê qebûl nakin. Gelê Rojava bi derfetên xwe li berxwe da. Îro bi serkeftinek mezin jiyana nû ava kirin. Tu mafê kesî tune ku êrîşê wir bike. Yên dibêjin em misliman in şer dikin. Axa Rojava ya gelên wir e. Rêberê her gelekî heye. Yê gelê Kurd jî Abdullah Ocalan e. Bila tecrîda li ser bi dawî be. Bila gelê Kurd bibe yek.”   ‘Em polîtîkayên tecrîdê qebûl nakin’   Zulfînas Ataç jî da zanîn divê binpêkirinên li girtîgehan û polîtîkayên tecrîdê bidawî be û wiha vegot: “Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidawî be. Divê gel bertek nîşanê tecrîdê bidin. Divê gel bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin.”   ‘Gelê Kurd çima bêdeng e ?’   Behîce Çakir ku ew jî tevli hevdîtinên gel bû wiha nirxandin kir: “Tecrîd rabe wê şer jî bi dawî bibe. Di 2015’an de di pêvajoya aştiyê de demek xweş hat jiyîn. Tecrîd sûc e. Gelek siyasetmedar li girtîgehê dîl tên girtin. Li dijî tecrîdê divê gelê Kurd bibe yek û li dijî vê zilmê têbikoşin. Em şer qebûl nakin.”   Hanim Yildiz jî daxuyakirin ku ji bo Abdullah Ocalan ji bo gerîla ji bo zilma li ser gel li vir in û wiha dawî lê anî: “Em li pişt şehîdên xwe li pişt serokatiya xwe ne. Dewlet me bikuje jî em dest ji doza xwe bernadin. Ev tecrîd rabe wê şer jî biqede.”