Hinceta şewitandina înfaza girtiyê nexweş: Ne poşman e 2023-11-08 09:04:16     Rozerîn Gultekin   AMED - Girtiyê nexweş yê ku dile wî ji sedî 35 dixebite Kasim Karataş, piştî 30 salan şûnde bi hinceta ‘poşman nebûye’ du caran înfaza wî hat şewitandin. Keça wî Gulîstan Karataş axivî û got: “Piştî 30  salan fikra xwe naguhetiye. Hun dibêjin qey wê di sê mehan de biguherîne.”   Polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li ser hemû qadên jiyanê dike. Li girtîgehan bi awayekî giran tê hîskirin û binpêkirinên mafan roj bi roj giran dibin. Di encama binpêkirina mafna de girtiyê nexweş nikarin derman bibin û înfazên wan tên şewitandin tahliyeya wan tê astengkirin. Girtiyê nexweş Kasim Karataş yê li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê dimîne, înfaza wî bi hincetên kefî tê şewitandin û nayê tahliyekirin. Der barê mijarê de keça wî Gulîstan Karataş ji ajansa me re axivî.   'Piştî 30 salan şûnde du caran hat taloqkirin'   Kasim Karataş ji 2016’an de di lîsteya nexweşan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de ye. Kasim di 4’ê îlona 1993’an de bi îdiaya ‘axa di bin serdestiya delwetê de beşek wê ji îdareya dewletê veqetand’ cezayê muebetê lê hat birîn. Di pêvajoya girtinê de li girtîgeha Buca-Îzmîr, Aydin, Dîlok, Karabuk, Riha û Tekîrdagê ma. Niha jî li girtîgeha Ewlehiya bilind  a Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê dimîne. Di 2’ê Tebaxa 2023’an de divê bihata tahilyekirin lê bi hinceta ‘ne rewşa baş’ tahliyeya wî taloqê 2’ê Tebaxê hatkirin û piştre taloqî 2’ê Sibatê hat kirin. Li gorî lijneya şopandinê Kasim li gorî rêbazan tevnegeriyaye û poşmanî qebûl nekiriye.   Dilê wî ji sedî 35 dixebite   Li  girtîgehên Dîlok û Aydinê mîdeya Kasim xwînî bû û di nav salande nexweşiyên wî zêde bûn. Li girtîgehê 4 caran anjiyo bû. di 2016’an de emelyat bû. Dilê wî ji sedî 35 dixebite û her wiha nexweşiyên fitqa piştê, tansiyon, mîdeyê lê peyda bûne. Kasim ku divê ji fitqa piştî emelyat biba  ji ber îdareyê agahî neda malbatê nikare bibe.  Gulîstanê da zanîn ku dema bavê wê li girtîgeha Karabuk û Tekîrdagê dima sewkî ATK’ê hatiye kirin lê her du caran jî rapora ‘dikare girtî bimîne’ hatiye dayîn. Gulîstanê got rewşa bavê wê her diçe giran dibe.    ‘Hûnê di sê mehan de fikrên wî biguherin?’  Gulîstanê destnîşan kir ku şewitandina înfazan ne hiqûqî ye û wiha got: “Armanca wan şikandina berxwedanê ye.  Cezayê darvekirinê rakirin niha jî bi vî awayî dikujin. Ji ber serî li dijî desthilatdariyê natewînin ceza didinê. Nevzat Aktaş nexweşê pençeşêrê bû. Di asta dawî de hat berdan. Mehmet Emîn Ozkan nû berdan. Memet Ok 30 sal bû girtî bû û bêyî zarokên xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. 30 sale fikrênwan nehatin guhertin wê sê mehan de bê guhertin.”   ‘Têkiliya me ya hevlatiyê ye’   Gulîstanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku dema 6 salî bû bavê wê hatiye girtin û 30 sale ji bo bavê xwe têdikoşe û wiha daxuyand: “Min bavê xwe tu carê nedît. Ji têkiliya bav û keç wêdetir têkiliya me ya hevaltiyê ye. Derfet nedan bavê min bavtiyê bike.Ez ji bavê xwe re dibêjim Kasim heval. Min bedele giran dan lê zor û zehmetiyan ez xurt kirim.Dayika min piştgiriyek mezin da min. Min her tim berxwe da.”   ‘Dengê girtiyan nayê bihistin’   Gulîstanê dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dengê girtiyan nayê bihistin û got pirsgirêkên girtîgehan bi bilindkirina deng wê bê çareserkirin.Gulîstanê wiha dawî lê anî: “Tewşa girtîgehan bê zanîn wê ev desthilatdarî li ser piyan nemîne. Girtî ji bo cemedankê bi mehan têdikoşin. Ji bo ava paqij dikevin greva birçîbûnê. Girtî ji bo me têdikoşin lê em nikarin ji derve nameyekê bişînin. Divê em ji bo girtiyan têbikoşin. Ez dixwazim ji vir şûnde jiyana xwe bi bavê xwe re derbas bikim.”