Li Mêrdînê şano: Şaneşîn Performans 2023-11-08 09:03:23     Oznur Deger   MÊRDÎN - Ji lîstikvanên Şaneşîn Performans ku dika wê nû hatiye avakirin, Rênas Aburşu balkişand ser girîngiya çand û hunerê û got: “Pêşeroja me çand û hunera me ye. Çand û huner ji dest mirovan bê girtin mirov difetisin û dimirin. Em naxwazin bimirin. Em dixwazin bijîn. Em dixwazin zimanê Kurdî li Mêrdînê bidin jiyîn.”   Zextên il dijî çand û hunerê ya Kurdan zêde dibe û ciwanên Kurd li dijî zextan bi alternatîfên cuda hunera xwe îcra dikin. di 2016’an de piştî tayînkirina qeyûman hemû sazî bi KHK’yan hatin girtin û têkoşîna li dijî vê didome. Yek ji van jî saziya Şaneşîn Performanse. Şaneşîn Performans di 2021’ê de ji aliyê komek ciwanên Kurd ve  hat avakirin. Kom di serî de li Mêrdînê li gelek bajaran derdikeve ser dîkê. Ji lîstikvanên komê Rênas Aburşu avabûna Şaneşîn û lîstikên xwe vegot.   ‘Me bi awayekî komunal dîka xwe ava kir’    Rênasê da zanîn ku di sibata 2021’ê de Şaneşîn Performans ji aliyê xwendekarên Wêje û Zimanê Kurdî (Kurdolojî) ve li Mêrdînê hatiye avakirin û ev du sale bi perwerdehiyên girtine şanoyê dikin. Rênasê wiha vegot: “Piştre hewcedariya cih derket holê. Me zehmetî kişandin. Carna saziyan digotin bernameya me heye cihê me tuneye em bidin we. Ji ber vê me nikaribû em bilîzin. Piştre me biryar da em cih vekin. Em di alî aborî û mijarên din de ne xwedî derfet bûn. Piştî me biryar girt em dîkê vebikin em sê mehan ji bo paqijiyê hatin vir. Derfetên me kêm bûn. Tenê destê me de dîk hebû. Me tevî bê derfetiyan provayên xwe kir. Me bi awayekî komunal dîka xwe ava kir.”   ‘Ji bo piştevanî bê zêdekirin me bilet firotin’   Rênasê di berdewamiyê de ev titş anî ziman: “Piştî biryara avakirina dîkê ji bo zêdekirina piştevaniyê me komine bilet firotin. Me kombîne bilet bi hezar TL firotin. Yên bîlegirtin dikaribû salekê bên lîstikên Şaneşîn Performans û hem jî piştgirî dan me.  Bi vî awayî me dest bi lîstikên xwe kirin. Me dîka xwe ewil di lîstika ‘jina Qelew’ li Êlihê vekir. Piştre me lîstika ‘înfaz’ ya aydê me bû lîstin. Me hem lîstikên mîvan hem jî yên xwe lîstin. Demek nêz de me lîstika mîvan ‘Dêrê Zargotin’ lîst. Lîstika zarokan ya ‘Şengê û Pengê’  ya me hat lîstin. Niha Şaneşînê sê lîstikên din derxist. Ya ewil ‘Bêcir’ bû. Bêcir li 5-6 bajaran hat lîstin. Lîstika din ‘Penceşîr’ bû. Li 7-8 bajaran hat lîstin.  Herî dawî me lîstika ‘înfaz’ derxist. Xebatên me wisa didome.”   ‘Ya me li ser piyan digire zimanê me ye’   Rênasê balkişand ser girîngiya zimanê dayikê û wiha daxuyand: “Mirov dikarin xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Dema bi zimanekî din deng derdixim xwe biyanî hîs dikim. Ya ku me li ser piyan digire zimanê me ye. Li Kurdistanê ne tenê li ser şanoyê li ser çand û hunera Kurd zextên cidî hene. Carnan du saet ji lîstika me re dimîne lîstika me qedexe dikin. An jî rojek beriya lîstikê em dibihizin ku lîstika me tê betalkirin. Çima? Ji ber Kurdiye. Armanca me ev e ku şanoya Kurd pêş bikeve. Ne tenê li vir em dixwazin li her çar parçeyê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê dengê xwe bidin bihistin. Wek Şanoya Bajar a Amedê, wek şanoya Êlih, Wanê, hewcedariya Mêrdînê jî bi şanoyek wisa heye. Em dixwazin zianê Kurdî li Mêrdînê bidin jiyîn. Perwerdehiyên me gelek serkeftî dimeşin. Em dixwazin xebatên din jî bimeşînin.”   ‘Em ji eleqeya tên nîşandan kêfxweşin’   Rênasê da zanîn ku eleqeyek mezin tê nîşandan û gelekî kêrfxweş in wiha dawî lê anî: “Dema me paqijiya vir dikir kesên em didin dipirsîn digotin hûn çikin. Me got em dîka şanoyê vedikin. Pir kêfxweş bibûn. Zarok pir kêfxweş bibûn. Lîstika me ya ewil werger bû lê me hemû wergerê Kurdî kir. Divê her kes ji bo jiyankirina Kurdî hewl bide. Çi ji destê wan tê bila bikin. Em dixwazin hemû malbat bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Divê malbat zarokên xwe bi Kurdî mezin bikin.”