Tulay Hatîmogûllari: Ji bo rizgariyê dem dema xebatê ye 2023-11-07 15:10:37     ENQERE - Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku li Îmraliyê tecrîdek li dijî mirovahiyê heye û got: "Dem dema axaftin û karê ji bo rizgariya me ya civakî ye."   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP)  Tulay Hatîmogûllari di Civîna Koma Meclîsê ya heftane de bûyerên di rojevê de nirxand.   Tulay Hatîmogûllari şerê Îsraîl-Fîlîstînê nirxand û anî ziman ku cîhan tenê li şer temaşe dike. Tulay, destnîşan kir ku ew bi gelê Fîlîstînê re ne û got: "Em gelek caran got, em careke din dibêjin: Heta ku hûn peymanên bazirganî û leşkerî bi Îsraîlê re dewam bikin, hûn ê nikaribin tiştekî bikin. Hûn ê nikaribin li kêleka gelê Fîlîstînê bin."   Tulay nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP-MHP'ê da û wiha bi lêv kir: "Di rewşeke welê de ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd li pêş çavan e, guh nadin bangên aştiyê yên alîgirên aştiyê, gelo hûn ê qala kîjan aştî û garantoriyê bikin? Erdogan ji bo şerê Îsraîl-Fîlîstînê dibêje 'şer wijdanê gelan bi dawî dike'. Yê ku dibêje 'Şevekê ji nişka ve em dikarin bên' û bi şev û roj bombeyan li ser Kurdan dibarîne; serokkomarê vê desthilatdariyê bûye 'xwedî wijdan' û van gotinan dibêje."   Tulay, anî ziman ku ew ê bi piştevanî, rêxistinî û têkoşînê êşa xwe kêm bikin.   Tulay nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo derî li çareseriya pirsgirêka Kurd vebe, em têkoşîna xwe dewam dikin. Ya rast li vê derê sûcekî navneteweyî tê kirin. Dijberiya hiqûqê, dijberiya li mirovahiyê heye. Li ti welatekî cîhanê nîne ku 3 salan agahî ji mirovekî girtî neyê wergirtin. Ez bang li Wezîrê Edaletê dikim; Ji bo bicihanîna biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî tevî ku zêdeyî salek di ser re derbas bûye, çima gaveke şênber nayê avêtin. Di vê mijarê de tavilê wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dikim; wezîfeya xwe bi cih bînin, biçin giravê û di serî de tenduristiya Birêz Ocalan rewşa li giravê bi raya giştî re parve bikin ku daxwaza bi milyonan mirovî ye. Gelê Kurd rewşa li giravê meraq dike. Gelên Rojhilata Navîn meraq dikin. Rakirina tecrîda girankirî wê tevkariyeke mezin li çareseriya pirsgirêkên gelên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li bidawîbûna şerê li Xezeyê bike. Lewma em dibêjin divê tecrîd tavilê bi dawî bibe.   Em ê pirsgirêka Kurd bi feraseteke aştiyane û wekhev li se zemîneke demokratîk çareser bikin. Kes wê birçî û bêmal nemîne. Her kes wê karibe êvarê xwarinê bibe mala xwe. Bêyî ku li ser paşerojê fikarên xwe hebin wê bi kêfxweşî karibin xwarina xwe bixwin. Ne dema bêdengî û temaşekirinê ye. Ji bo rizgariya me ya civakî dema axaftin û xebatê ye."