Badegul Guler: Em ê têkoşînê bidomînin 2023-11-06 09:04:01     ÎZMÎR - Wezareta Xizmetên Malbatî û Civakî li 81 bajarî  ‘komxebata malbatî’ pêk anî. Ji Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê Badegul Guler der barê mijarê de axivî û got wê daxwazên jinan bînin ziman û têkoşînê bidomînin.   Wezareta Xizmetên Malbatî û Civakî  pêşnûmeyeke der barê ‘komxebata malbatî’ ya ji bo 81 bajarî pêk bê şand Midûriyetên girêdayê wezaretê. Armanca komxebatan parastina malbatê, xurktirina malbatê û zêdekirina  aramiya civakî ye. Pir aşkera ye ku bi van komxebatan tê armancaikrin ku mafê jinan ji dest bên girtin, pêvajoyên der barê jinan de bên zehmetkirin. Navenda Lêkolîn û Hiqûqê ya Mafên Mirovan a Jinan a Baroya Îzmîrê, wek alternatîf di 20’ê cotmehê de atoleyaya ‘ wekheviya zayendî, tundî, destberdan, nefeqe, velayet û kedê’ pêk anî.  Navendê piştre jî rapora xebatên xwe  aşkera kir. hat diyarkirin ku wê raporê bişînin wezaretê.    Ji rêveberiya Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê Badegul Guler der barê mijarê de nirxandin kir û got di rewşa ku desthilatdarî dest nede qanûnan  û qanûnan pêk bîne wê gaveke ji bo pêşîgirtina tundiyê bê avêtin.   ‘Piştî Peymana Stenbolê niha jî anûna 6284’   Badegul Guler diyar kir ku bi qasî zewacê destberdan jî pêvajoyek xwezayî ye û got li vê erdnîgariyê baweriyeke wekê ku heta dawiyê divê zewicandî bimîne heye. Badegulê wiha dirêjî daye: “Ev rewş xwedispêre newekheviya zayendî. Li jinan piştî temenekî zewac tê ferzkirin, welidîn tê ferzkirin. Lê her jin ne mecbure bizewice. Zewac, hejmara zarokan, jiyana li gorî wan tê ferzkirin. Ji ber vê jî Peymana Stenbolê hat rakirin. Niha jî dixwazin qanûna 6284 ji holê rabikin. Dixwazin nefeqeyê ji holê rabikin.”   ‘Destkeftiyan tune dikin’   Badegulê diyar kir ku bi têkoşîna jinan gelek destkeftî hatine bidestxistin û wiha bi lêv kir: “Ji 2002’an şûnde parvekirina  malên malbatê mijra gotinê ye. Têgeha reîsê malê hat rakirin. Hinek maf hatin bidestxistin. Lê niha em dîsa vedigerin serî. Dixwazin van mafan ji destê jinan bigirin. Dixwazin jinan ji siyaset, qada xebat, civakî û sendîkayê dur  bixînin.”   Daxwazên jinan    Badegulê daxwazên  jinan wiha destnîşan kir: “Li dijî van newekheviyan divê tedbîr bên girtin. Yek ji van jî xizaniya jinê û xwegîhandina edeletê ye. Ji bo çareserkirina xizaniya jinê divê îstîhdam bê afirandin. Divê kreşên zarokan bên vekirin. Divê navendên astengdaran bên vekirin. Divê saziyên ku karê jinan hêsan dike bên vekirin. Divê desthilatdarî dest ji gotinên der barê zewacê de berde.  Dema şertên aborî li ber çavan bê girtin her kes ne mecubre bizewice. Niha dîsa kredî derxistine ji bo temenê navbera 18-27’an. Dewlet temenê zewaca me di vir de tîne ziman.  Dîsa bi salan gotin sê zarok. Divê dewlet dest ji van gotinan berde. Bila qanûnan pêk bînin û pêşî li tundiya li ser jinê bigirin. Bi vî awayî wê gavek bê avêtin. Em ê li dijî van pêkanînan têkoşîna xwe bidomînin.”