‘Xwedîderketina li Serokatî xwedîderketina li azadiyê ye’ 2023-11-03 09:05:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê, Riham Hesen têkildarî tevlîbûna pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" da zanîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan deriyê azadî û aştiyê vekiriye û wiha got:"Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin vê pêngavê. Çimkî xwedîderketina li Serokatî xwedîderketina li azadiyê ye."   Ev demeke dirêj e tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike. Li dijî tecrîdê çalakiyên nerazîbûn û ji bo azadiya Abdullah Ocalan jî dewam dikin. Bi wesîleya salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir, li 100 welatên cîhanê pêngaveke cîhanî bi navê "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirka Kurd re çareserî"  hate destpêkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevger û rêxistinên siyasî, çandî, hunerî, wêjeyî, civakî, jin û ciwanan bi çalakiyên cuda piştgirî da pêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî". Her wiha li Şengalê jî ji bo pêngavê çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin.    Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê, Riham Hesen têkildarî tevlîbûna pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" nirxandin kir.    'Bi taybet ji bo rizgariya Serokatî hemle hat destpêkirin'   Rihamê da zanîn ev demeke dirêj e ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xeber nayê girtin û ev jî cihê fikaran e û wiha got:"Ev demeke dirêj e Serokatî girtiye. Lê dem ji bo azadiya Serokatî hatiye. Em jî wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê, tevlî pêngava ji bo azadiya Serokatî bûn. Di 21’ê Cotmehê de bi hemû pêkhateyên Şengalê re û sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser re ji bo Serokatî daxuyanî hat dayin. Ji ber demeke dirêj e em ji Serokatî agahiyê nagirin hêrsa gel gelekî bilind bûye. Loma jî bi taybet ji bo rizgariya Serokatî hemle hat destpêkirin. Her wiha pêngava  "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hat destpêkirin. Çalakiyên ji bo vê pêngavê li gelek cihan belav bû. Li gelek welatan hat îlankirin û piştgiriya vê hemleyê hat kirin. Bi taybetî jî wekî Rêveberiya Xweser û gelê Şengalê em vê yekê li ser xwe wekî ferz dibînin. Em ê karibin çawa li Serokatî xwedî derkevin, ji bo vê em çalakiyan didomînin."    'Şêniyên ereb jî bi awayekî xurt tevlî vê çalakiyê bûn'   Rihamê nirxandinên xwe yên derbarê pêngavê de wiha domand:"Bi xelkê Şengalê, bi dirûşma “Ji bo Rêbertî azadî û ji bo Şengalê xweserî” me pêngav bi awayekî hevpar da destpêkirin. Bi sazî û dezgehên Şengalê re jî ev çalakî hat lidarxistin. Şêniyên ereb jî bi awayekî xurt tevlî vê çalakiyê bûn. Wekî xelkê Şengalê bi taybet piştî fermanê xwedîkderketina li Serokatî û fikrên Serokatî em wekî erkeke li ser xwe dibînin. Her tim fikrên Rêbertî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn derketine pêş. Li Rojhilata Navîn bi hezaran komkujî çêdibin. Şerekî dijwar diqewime. Ev pirsgirêk jî nayên çareserkirin. Lê belê ji bo çareseriya van pirsgirêkan Serok fikir û ramanên çareseriyê derxistiye pêş. Fikrên Serokatî bûye çareserî û hêz. Bi saya van fikir û ramanan gel jî bûye xwedî îrade. Hêza civakî jî wiha hatiye xurtkirin. Loma ev yek ji bo me bi mane ye. Em gelekî muhîm dibînin."    ‘Xwedîderketina li Serokatî xwedîderketina li azadiyê ye’   Rihamê da zanîn ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîneke mezin lazim e û wiha lê zêde kir:"Niha li her derê şerek heye û ji bo vî şerî jî çareserî lazim e. Çareseriyeke lezgîn lazim e. Wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêkhateyên Şengalê tiştekî bikeve ser milê me, em amade ne ku bikin. Ji bo vê çareseriyê jî xwedîderketina li Serokatî girîng e. Xwedîderketina li Serokatî xwedîderketina li azadiyê, li demokrasî û li heqiyê ye. Ji bo em di vê rêyê de têkoşîna xwe bêtir xurt bikin têkoşîneke mezin lazim e."    'Ev tecrîd li ser her mirovekî azadiyê dixwaze ye'   Rihamê da zanîn ew ê ji bo Abdullah Ocalan her tim bixebitin û wiha pê de çû:"Ji bo em fikrên Serokatî yê azadî û demokrasiyê bi ser bixînin em ê bixebitin. Şerek niha di navbera desthilatdarî û azadiyê de diqewime. Di şexsê Serokatiyê de jî xwestin azadiyê bidin fetisandin. Her tim xwestin fikrên desthilatdariyê bi ser bixînin. Loma jî tecrîdek li ser Serokatî tê meşandin. Ev tecrîd jî li ser azadiyê ye. Ev tecrîd li ser her mirovekî azadiyê dixwaze ye. Hêzên desthildatdar dixwazin tu carî azadî pêş nekeve. Loma li ser me her civakê ferz e ku em jî rêxistina xwe xurt bikin. Bi vê re jî em fikir û felsefeya Serokatî bêtir belav bikin. Ji bo em ji bo aştî û azadiyê pêşengiyê bikin divê em vê yekê bînin cih."    ‘Jinên êzidî li Reqayê li dijî DAÎŞ’ê şer kir’   Rihamê bal kişand ser têkoşîna jinên êzidî ya li Reqayê û wiha dewam kir:"Divê bi taybet jinên Êzidî ji bo Serokatî li berxwe bidin. Çimkî di dema fermanê de jinên Êzidî hatin çewisandin. Lê belê jinên Êzidî bi fikir û ramana Serokatî xwe perwerde kirin, saziyên jinan hatin avakirin. Jinên êzidî di milê leşkerî de jî cihê xwe girt. Jinên êzidî li Reqayê li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Jinên êzidî li Reqayê li cihê tade li jinan hat kirin bi YPJ û QSD’ê re mil bi mil şer kirin. Li wir DAÎŞ têk birin. Reqa kirin cihê berxwedanê. Kirin cihê azadiya jinên êzidî. Ev ji bo me gelekî girîng û pîroz e. Em gelekî girîngiyê didin têkoşîna hevbeş jî. Li Reqayê fikrên demokratîk derket pêş loma jî wir her tim dibe hedef. Dewletên bûne sedema tecrîda li ser Serokatî û dibin hevkarên êrişên li ser Mexmûr, Şengal, Rojava û qadên parastina medyayê. Li cihên êrişên hewayî çênebin jî êrişên çandî lê tên kirin. Li her derê bi rêbazên cuda dixwazin desthilatdariya xwe ya dîktator bidin qebûlkirin."    ‘Serokatî deriyê azadî, aştî û demokrastiyê ye’   Rihamê ji bo berfirehiya çalakiyên xwe bang kir û wiha got:"Em wekî civaka êzidî di wextekî gelekî hesas, dîrokî û girîng de ne. Ji bo Rojhlata Navîn ev derbasdar e. Loma divê em têkoşîneke hevbeş bidin meşandin. Ji bo azadiya Serokatî jî em vê têkoşînê bidin meşandin. Em vê hemleyê bi dengê xwe bi çalakiyên xwe zêdetir berfireh bikin. Em bi rihê hestên berxwedanê bi me daye avakirin, tev bigerin. Serokatî deriyê azadî, aştî û demokrastiyê ye. "    ‘Em deriyê Îmraliyê bişkînin û Serokatiyê azad bikin’   Rihamê banga xurtkirina hemleyê ya bi hev re kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez herî dawî dixwazim bangewaziyê bikim. Em bang li hemû saziyên mafên mirovan diparêzin, her mirovên azadiyê dixwazin, li ku derê bin bila bibin, dikin ku em vê hemleyê bêtir bi hev re xurt bikin. Em bi taybet bang li jinan dikin. Ji ber wê serkeftina me bi hev re be. Em di warê rêya xwe ya bi hev re bi biryar bin. Em bikaribin bi tevlîbûna xwe rêya xwe xurt bikin wê gelekî girîng be. Azadiya Serokatî wê ji mirovên tade li wan tên kirin bibe derman. Em deriyê Îmraliyê bişkînin û Serokatiyê azad bikin. "