Hevalên Gultanê: Ber bi 25’ê Mijdarê ve em piştevaniyê mezin bikin 2023-11-02 09:04:27     Marta Somek   STENBOL - Hevalên siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak ku tevî 7 sale girtî ye, ji ber li dijî tuniya mêr dengê xwe bilind kir û têkoşîna jinê mezin kir, nehat tahliyekirin, diyar kirin ku ber bi 25’ê Mijdarê divê hemû jin denge xwe bilind bikin û piştevaniyê nîşan bidin.   Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê  û hevşaredara bajarê mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, didome. Gultan Kişanak  tevî pêvajoya girtina 7 salan a azamî ya di Qanûna Dadgeha Ceza (CMK) de tê vegotin, nayê berdan. Di 29’ê cotmehê de li Navenda Xebatên Hunerê ya Dijber a li Beyoglu daxuyanî dan û bang li DDM’ê kirin ku demildest biryara tedbîrê pêk bê.  Hevalên siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak diyar kirin ku ber bi 25’ê Mijdarê divê hemû jin denge xwe bilind bikin û piştevaniyê nîşan bidin.   ‘Divê bihata tahliyekirin...’   Lîstikvan Denîz Turkalî diyar kir ku Gultan bi awayekî dijhiqûqî hatiye girtin û wiha vegot: “Gultan 7 sale girtiye û ev ji xwe mirovan hêrs dike. Piştî 7 salan divê bihata berdan. Lê ev pêk nehat û ev li dijî qanûnan e. Li vî welatê xweş tiştên wisa canê mirovan diêşe û mirovan hêrs dike. Bi rastî her tişt nîşan dide ku em li cîhanek bêmaf dijîn.”   Banga piştevaniyê   Denîzê bi lêv kir ku Gultan heval, dost û rêhevala wê ye û wiha dawî lê anî: “Gultan yek ji pêşenga tevgera jinê ye. Yek ji moren siyaseta Kurde. Ez bang li hemû jinand ikim. Divê demildest Gultan azad bibe. Ez bang il hemû jinan, dostên xwe xwişkên xwe dikim ku bi Gultanê re bikevin piştevaniyê.”   ‘Ji ber li dijî tundiyê dengê xwe bilind kir hat girtin’   Femînîsta serbixwe Hulya Osmanağaoğlu,  jî destnîşan kir ku Gultan Kişanak salên xwe daye ser têkoşîna glê Kurd û wiha anî ziman: “Gultanê wek nûnera gelê Kurd di parlamentoyê de jî cihê xwe girtibû. Heman demê de Gultanê di têkoşîna jinê de têkoşînek mezin meşandiye û kesek bi nirx e. Tevî vê pevajoya girtina wê didome û girtina wê parçeyek polîtîkayên êrîşê yên dewletê ye. Gultan  ji ber hevserokatî û ji ber xebatên jinan hat girtin. Ji ber li dijî tundiyê dengê xwe bilind kir hat girtin. Divê em ne tenê ji bo Gultanê, mînak Sebahat Tuncel jî 7 salên xwe tije kiriye.  Sebahat û hemû hevalên din yên girtî ji ber têkoşîna jinê ji ber têkoşîn afemînîst hatine girtin. divê em li dijî van girtinan îtîraz bikin. Berbi 25’ê mijdarê divê piştevanî bê mezinkirin.”