Halide Turkoglu: Em soz didin, Kobanê neket, wê nekeve 2023-11-01 11:05:22     ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê Halide Turkoglu ya ku têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da wiha got:" Em sozê didin jinên mîna Arîn, Kader, Sibel, Hevrîn Xelef yên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane. Kobanê neket, wê nekeve."   Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Halîde Turkoglû li Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna çapemeniyê li dar xist.    'Kesên gotin wê Kobanê bikeve hewese wan di qirika wan de ma'   Halideyê da zanîn berî 9 salan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têkoşîneke wekî destanan hat dayin û navê vê têkoşînê jî "Kobanê" ye. Halideyê got:"Kobanê çirûska têkoşîn û serhildanê ya jinan e. Kobanê navê têkoşîna rêhevaltiyê, rêxistinbûyina jinan e. Ev jin li ser sînorên bi dîwaran hatine honandin, hatin gel hevdu. Li ser axa Kobanê bi têkoşîneke enternasyonal şoreş şîn bû. Ev têkoşîna wekî destenekê ji bo hemû jinên li cîhanê bû feyzek. Kesên gotin wê Kobanê bikeve hewese wan di qirika wan de ma. Bila 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dîsa li me hemûyan pîroz be. Em silavên xwe ji bo jinên Kobanê yên li dora felfeseya 'Jin jiyan azadî' kom bûn, dişînin."    'Li dijî statuya li Kobanê hat bidestxistin bêtehemuliyek heye'   Halideyê bi lêv kir li Kobanê bi pêşengiya jinan jiyaneke nû hatiye avakirin û wiha lê zêde kir:"Gundên komun ên jinan, kooperatîk û akademiyên jinan hatin avakirin. Li Kobanê bi her awayî pêvajoya avakirinê didome. Lê belê li dijî statuya li Kobanê hat bidestxistin bêtehemuliyek heye. Loma jî êrişên îktidarê didomin. Bi kîn û dijminatiyekê ya bi dawî nabe xelkê Kobanê hedef digirin. Cihên sîvîlan bombebaran dikin û dixwazin bi vî rengî vê axê bê mirov bihêlin. Di serî de jin xelkê Kobanê jiyaneke nû ava dikin lê ji aliyekî ve jî li dijî êrişên AKP-MHP'ê serhildana xwe didomînin. Ev êrişana nîşaneya bêtehemuliya li hember destkeftî û statuya gelê kurd e."    'Em ê dev ji piştevaniya bi jinên Kobanê re bernedin'   Halideyê wiha dewam kir:"Ev îktidar her carê bi hincetekê êrişî Kobanê dike. Em vê yekê dîsa dixin bîra îktidarê. Em ê tu carî dev ji piştevaniya bi jinên Kobanê re bernedin. Hûn bi hemû alavên xwe yên şer êriş bikin jî hûn e nikaribin Kobanê bidin. Wekî ku we 9 sal berê nikaribû bixista. Çimkî Kobanê baxçeyê gelan e, keda jinan û serhildanan jinan e. Wê tu hêz li hemberî îradeya jinên dawî li zilma DAÎŞ'ê anî, bi ser nekeve."   Doza Kobanê   Wekî em giş dizanin di 2014'an de li dijî êrişên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê ji bo piştevaniya bi xelkê Kobanê re çalakî hatin lidarxistin. Li her aliyê  cîhanê serhildana Kobanê hat silavkirin, bang hat kirin û 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Îktidara AKP-MHP'ê jî piştî 6 sal şûnde Doza Kompasê ya Kobanê vekir. Vê yekê têr nekir ev doz wekî hinceta girtina partiya mei, nîşan dan. Bi îddianameyên ne rast û bi îfadeyên şahidên veşartî derket holê ku ev doza kompasê ye. Kesên nêzî îktidarê ne bûn serokên şandeya dadgehê. Têkiliyên bi rêxistinên sûc ên serokê şandeya dadgehê hat îfşakirin. Loma jî serokekê dinê ji bo dadgehê hat hilbijartin. Derket holê ku beyanên şahidên veşartî xwe naspêre esasên şênber. Di vê dozê de gelek skandalên hiqûqî derket holê tevî hemû gendeliyan jî ev doz didome.   Em li cem kesên têdikoşin e, ne li cem ên sûcên mirovahiyê dikin   Lîstika li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat kirin, bi parastina hevalên me yên jin ên ji vê dozê dihatin darizandin hat astengkirin. Hevalên me di her danişîna xwe de desthilatdariya serdest a mêr dadirizînin. Dijminatiya dewleta serdest a mêr a li hemberî Kurdan dewam dike. Em jî û hevalên me jî li hundir an jî li derve ferq nake. Em dest ji gotina 'Şoreşa Kobanê şoreşa jinê ye' bernedin. Em ê kêliyekê jî dest ji hevkariya bi jinên Kobanê re bernedin. Mîna li Kobanê û Şengalê, di vê dozê de jî wê jin bi ser kevin. Em ê bi ser kevin. Ji ber ku em rast in. Em ne li kêleka kesên sûcê mirovahiyê dikin, li aliyê jinên li dijî vî sûcî têdikoşin in.   Em soz didin jinên ku jiyana xwe ji dest dane   Yên ku modela jiyana nû ya di pêşengiya jinan de li Kobanê jiyanî kirin, dan zanîn ku rêya 3'yemîn li ser axa Kobanê pêkan e. Rêya 3'yemîn ji bo kesên ku bi fikra komara demokratîk re dibin yek û di jiyana hevpar de israr dikin modela berxwedanê afirand. Kobanê; Nîşana wê yekê ye ku vedibêje jiyaneke wekhev, adil û hevpar bi gelan re pêkan e. Tu hêz, tu tank, tu û çek nikarin vê şoreşa ku bi ked û bedelên mezin pêk hatiye têk bibin. Di vê çarçoveyê de banga me ji hemû jinan re ye; werin em bi hev re li dijî êrîşên li ser Kobanê bi mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûna xwe rabin. Werin em hevrêyên xwe yên jin ên ji ber ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bi jinên Kobanê re di nava piştevaniyê de ne, tên darizandin, zêde bikin. Em soza xwe ya ji bo jinên efsanewî yên Kobanê ku îlhama têkoşîna me ne, dubare dikin. Soza me ya ji bo Arîn, Kader, Sîbel, Hevrîn Xelef û hemû jinên di vê dozê de jiyana xwe ji dest dane ev e. Kobanê neket û nakeve. Yên ku êrîşî Kobanê û destkeftiyên jinan ên li Kobanê dikin wê bikevin.