‘Ger kurd bibin tifaq wê Serokê xwe rizgar bikin’ 2023-11-01 09:06:44       MEXMÛR - Jinên li Mexmûrê yên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tevlî çalakiyan dibin wiha gotin:” Kurd xwedî cesaret in, girîngiyê didin mirovahiyê, lê tifaqa wan tune ye. Ger kurd bibin tifaq wê Serokê xwe rizgar bikin. Ger Serokê me rizgar bibe, em jî pê re rizgar dibin. Loma em ê çalakiyên xwe bidomînin.”   Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" silav kirin û tevlîbûna xwe ji pêngavê re nîşan dan. Her wiha çalakiya nobetê ya ku ji 20’ê Tîrmehê ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyek mezin berdewam dike.   Jinên li Mexmûrê têkildarî mijarê nirxandin kirin. Jinan anîn ziman heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe bidomînin û wiha gotin:” Serokê me mifteya çareseriyê ye.”   ‘Em ê ji bo Serokê xwe li berxwe bidin’ Çalakvan Qumrî Tunç da zanîn Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serokê wekhevî û mirovahiyê ye û wiha got:”Em di destpêkê de ji bo Serokê xwe serkeftinê dixwazin. Ev 25 sal in Serok di hefsa Îmraliyê de ye. Bi birayê xwe re axivî lê telefon qut kirin. Nahêlin parêzer herin hevdîtinê pê re bikin. Nahêlin malbat û kes biçin gel Serokê me. Ev heyva çara ye me ji bo Serokê xwe çalakiyek çêkiriye. Heta dilopek xwîna me jî bimîne, em ê ji bo Serokê xwe li berxwe bidin. Serokê me her tim xwişk û biratiyê, xweşiyê û aştiyê dixwaze. Dibêje bila kes neheqiyê li kesî neke. Serokê me dibêje bila kes zilmê li kesî neke û demokrasiyê dixwaze. Serokê me serokê wekhevî û mirovahiyê ye.”   ‘Ger kurd bibin tifaq wê Serokê xwe rizgar bikin’   Qûmriyê da zanîn ger kurd bibin tifaq wê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rizgar bibe û wiha pê de çû:”Ne tenê dewleta tirk wiha dike, dewletên din jî dibin sedema tecrîda li ser Serokê me. Lê belê dema kurd bibin tifaq wê Serok azad bibe. Kurd xwedî cesaret in, girîngiyê didin mirovahiyê, lê tifaqa wan tune ye. Ger kurd bibin tifaq wê Serokê xwe rizgar bikin. Ger Serokê me rizgar bibe, em jî pê re rizgar dibin. Loma em ê çalakiyên xwe bidomînin. Înşallah wê Serokê me azad bibe. Bijî Serok Apo.”   ‘Serokê me mifteya çareseriyê ye’   Çalakvan Hacer Tok jî da zanîn heta ew xeberekê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigirin wê çalakiya wan bidome û wiha got:”Em tecrîda li ser Serokê xwe şermezar dikin. Me li dijî tecrîda li ser Serokê xwe dest bi çalakiyê kir. Heta em xeberekê ji Serokê xwe bigirin, ew ê çalakiya me dewam bike. Niha tecrîdek zêde li ser Serokê me heye. Lê belê Serokê me her tim di dilê me de ye. Em her tim bi doza xwe re ne. Heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê em bi Serokatiyê xwe re ne. Dibe di zindanê de be lê belê ew her tim di dilê me de ye. Bi milyonan mirov bi Serokê me re ne. Serokê me alîgirê wekheviyê ye loma jî divê rizgar bibe. Em mafê Serokê xwe û zarokên xwe yên serê çiyan dixwazin. Divê malbat û parêzerên Serokê me pê re hevdîtinê bike. Ji bilî hevdîtinê divê azad bibe. Divê ji cîhanê heyet herin gel Serokê me. Serokê me mifteya çareseriyê ye. Ger Serokê me ji zindanê derkeve wê dinya jî rizgar bibe.   ‘Serokê me mafê mirovan diparêze loma cihê wî ne zindan e’   Hacerê bal kişand ser helwesta CPT’yê û wiha domand:”Ka CPT’yê heta niha çi kiriye ji bo Serokê me. Divê bi erka xwe rabe. Divê ev tecrîda li ser Serokê me û li ser zindanan rabe. Divê mafê Serokê me hebe. Serokê me mafê mirovan diparêze loma cihê wî ne zindan e. Ji Wargeha Mexmûrê heta Îmraliyê em silavên xwe ji Serokê xwe re dişînin. Serokê me di dilê me de ye û em bêyî wî najîn. Em bi doz û Serokatiya xwe re ne. Ew ê çalakiya me bidome. Bijî Serok Apo. Şehîd namirin.” ‘Em amade ne li berxwedana xwe û li Serokê xwe xwedî derkevin’   Wedîa Koşmat da zanîn divê hemû dayik li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwedî derkevin û wiha lê zêde kir:”Mafê Serokê me heye ku bi malbat û parêzerên xwe hevdîtinê bike. Lê belê dewleta tirk nahêle. Em wekî Wargeha Mexmûrê û dayikên Wargeha Mexmûrê dewleta tirk şermezar dikin. Em ji bo her çalakiyê amade ne ku ji bo Rêberê xwe bikin. Em amade ne li berxwedana xwe û li Serokê xwe xwedî derkevin. Banga me ji hemû dayikên Kurdistanê re heye ku li Rêbertiya xwe xwedî derkevin. Dayikê me çi berpirsiyarî dikeve ser milê wan bila bi cih bînin. Divê dayik li Rêbertiya xwe xwedî derkevin.”