Parêzera Gultan Kişanak: Ji ber hiqûqa navxweyî pêk naynin nayê berdan! 2023-10-31 10:59:20     STENBOL - Parêzera Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak Gul Altay, anî ziman ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û AÎHM û hiqûqa navxweyî nayên pêkanîn û got, "Gultan ji ber ku li aliyê Kurdan, jinan û bindestan e gitî ye. Têkoşîna me ya di vê mijarê de divê tenê bi vê daxuyaniya hiqûqî bi sînor nemîne û got, "Divê rêxistinên jinan tevlî vê pêvajoyê bibin û vê di rojevê de bihêlin. Divê piştevaniyeke xurt hebe."    Bi hinceta çalakiyên 6-8'ê Cotmeha 2024'an ku dema DAIŞ'ê êrîşî Konanê dikir, di bin navê Doza Kobanê de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar ku di nav wan de Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya DBP'yî Gultan Kişanak ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin jî hene hatin girtin. Malbata Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak, parêzer, endamên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP)  ji ber ku gultanê dema xwe ya girtîmayînê qedandiye û li gel wê nayê berdan duh li Navenda Lêkolînên Hunerê ya Karşî ya Beyogluyê civîneke çapemeniyê li dar xistin.   Bang li AYM'ê hat kirin ku demildest biryara înfazê bi cih bînin.   Tevî parêzerên Gultan, parlamenterên HEDEP, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, gelek parêzer, nûnerên rêxistinên jinan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, lîstikvan Nur Surer û Denîz Turkalî, Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskin û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku ji hemû pêkhateyan bi sedan kes beşdar bûn de, hat diyarkirin ku Gultanê tevî ku 7 sal in girtî ye û dema xwe ya gîrtîmayînê qedandiye  jî nehat berdan û ji serlêdanên ku ji bo berdana wê hatine kirin jî bersiv nehatiye dayîn. Di daxuyaniyê de bang li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM)  hat kirin ku divê Gultanê demildest bê berdan.   Ji parêzerên Gultan Gul Altay der barê pêvajoya hiqûqî û hewldanên xwe de  ji JINNEWS'ê re axivî.   Êrîş li ser vîna gelê Amedê ye!   Gulê, diyar kir ku Gultan şaredara Amedê ya hilbijartî û vîna gelê Amedê ye û got, “Bi komployekê hat binçavkirin û girtin. Piştre jî tevlî doza Kobanê bû û Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û gelek siyasetmedar jî hatin binçavkirin. Ev operasiyonek ji aliyê hikûmeta heyî ve ji bo desteserkirina şaredariyan bi rêya qeyûm e ku bi tu awayekî din nikare bi dest bixwe  Süleyman Soylu jî ev yek eşkere kir û got, 'Tayîp Erdogan ji min re got, ez van şaredariyan naxwazim.' Min jî hat tişta pêwist kir. Di rastiyê de, wî ev eşkere kir. Niha di vê dozê de kesên din jî hene ku 7 sal in girtî ne. Lê dîsa bi komployekê, bi taybetî dema ku em ji bo Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag lê dinêrin, hewl dan ku dozên din bi lez û bez biqedînin û li dosyayên din zêde bikin. Wan pabendî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn nekirin, û ji bo ku ji cîbicîkirinê dûr nekevin, gelek plan kirin."   Tevî ku ne endamê MYK'ê bû jî hat darizandin   Gulê, daxuyand ku Gultan di dosyaya Amedê de bi hinceta ewlehiyê li Meletiyê dest bi darizandina wê hat kirin û got, "Di vê dosyayê de tevî ku ne endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) bû û der barê endamên MYK'ê de doz hatibû vekirinji ber ku Gultanê şaredariya Amedê bû divê bihata darizandin û ji ber vê navê wê jî li vê dosyayê zêde kirin. Ji hêla hiqûqî ve tu girêdana wê bi vê dosyayê re tune ye.  Lê helbet ji ber ku ev doz dozek siyasî ye, di vî warî de girêdanek çêkirin. Cezayekî Gultanê yê ku teqez bûye nîne. Ev 7 sal in bênavber di girtîgehê de ye. CMK'ê dibêje 'ji 2 salan zêdetir hûn nikarin bigirin û tenê dikarin 2 salên din jî dirêj bikin'. Lê li gorî qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TEM) ya bi hejmara 3713 dibêje 'hûn dikarin 5 salên din dirêj bikin'. Lê nabêje pênc salan dirêj bike. Sedema vê jî ew e ku hakim tune ye. Dema ku 7 sal derbas bibin, ev demek herî zêde ye. Ger darizandin berdewam be, divê ew kes ji sedî 100 were berdan."   Darizandina kayfî   Gulê, anî ziman ku piştî dosya li hev tên zêdekirin îdia nikarin bên destgirin û got, “Jixwe di vê mijarê de biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hene. Ji bo her sûcekî 7 sal girtin nayê xwestin. Her wiha di vê dosyayê de rewş wiha nîne. 7 sal derbas bûn ku ev dosya kirin yek. Der barê dema girtinê de me berê jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Paşê di 25'ê cotmehê de hat paştguhkirin û piştî ku 7 sal derbas bûn, me daxwaznayeke din da DDB'ê.  Me got, 7 sal derbas bûn û divê hûn wê berdin."   Ji bo Gultan hiqûqa navxweyî qediya!   Li aliyê din Gulê, da zanîn ku dozger di meha Nîsanê de di dosyayê de nêrînek daye û got, “Dema ku mutala hat dayîn, ev sûc, sûcekî din û  Meletî tune ye. Îdîayek heye. Hûn îdia dikin ku ew endamê rêxistinê ye û di dema ku şaredar û parlementer bû li ser navê rêxistinê sûc kiriye û hûn hemû vê îda dikin. Çima hûn behsa du girtinên cuda dikin? Wê demê çima we girtin kirtin kir du beş? Wê demê we çima darizandin kirin yek? Dema ku tu dariznadinê bikî yek divê tu rewşa girtinê jî bikî yek. Di dosyaya der barê Gultan Kişanak de jî rewşeke bi vî rengî ya ne li gorî qanûnên navxweyî heye. Heta rewşek heye ku li gorî qanûn û rêziknameyên xwe yên navxweyî tevnagerin. 7 salên Gultan Kişanak qediyan û li gorî qanûnên xwe yên navxweyî jî tevnagerin."   Banga piştaniyê li jinan hat kirin   Gulê, anî ziman ku dosya siyasî ye û got, “Gultan Kişanak çima hatiye giritn û çima tê darizandin? Ji ber ku li aliyê Kurd, jin û bindestan e hatiye girtin. Têkoşîna me ya di vê mijarê de divê tenê bi vê daxuyaniya hiqûqî bi sînor nemîne. “Divê gelek tişt li ser vê bên kirin, rêxistinên jinan tevli vê pêvajoyê bibin û vê di rojevê de bihêlin. Ez banga piştevaniyê li jinan dikim.”