Dayika girtiyê 16 salî: Kurê min berdin 2023-10-28 09:05:20       COLEMÊRG - Li Geverê di 6’ê cotmehê de Bariş Ozçuk yê 16 salî bi îşkenceyê hat binçavkirin 4 rojan di bin çavan de ma û piştre hat girtin. Dayika wî Saliya Ozcuk diyar kir ku kurê wê biçûke bila kurê wê berdin.   Li navçeya Gevger a Colemêrgê di sibeha 6’ê cotmehê de di serde girtina malan de zarokê bi navê Bariş Ozçuk yê 16 salî bi îşkenceyê hat binçavkirin û piştî 4 rojan di bin çandan de ma hat girtin. Di serdegirtina malê de li dê û bavê wî jî îşkence hat kirin. Bariş ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propaganda rêxistinê’ hat girtin şandin girtîgeha zarokan a Amedê.   Dayika Bariş Saliya Ozçuk diyar kir ku dema serdegirtinê de ceyrana malê hatiye birîn û derî bi fünye hatine teqandin. Saliyayê bi lêv kir ku kurê wê biçûke û divê demildest bê berdan.   Polîs tundî li malbatê kir   Saliyayê da zanîn ku di saetên sibhê de bi dengê şikandina derî şiyar bûne û piştre ceyran hatiye birîn. Saliyayê bi lêv kir ku polîs hema çûne odeya ku kurê wê lê bûye û dest bi îşkencê kirine. Saliyayê wiha vegot: “Em kirin odeyekê û dengê kurê min dihat. Lê nehiştin em biçin. Hevjînê min rabû çû ku kurê min xilas bike. Lê îşkence li wî jî kirin. Ez rabûm derb li sînga min jî xistin. Îşkence li kurê min dikirin lê em nikaribûn biçin hundir. Bila ev zilm bi kesî neyê kirin.”   ‘Bi awayekî tazî bi saetan îşkence lê kirin’   Saliyayê bi lêv kir ku bi saetan îşkence li kurê wê hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ewil tazî kirin û  lêdan. Bi wê rwşê anîn salonê û polîsê dihatin diçûn bi pihînan lêdidan. Nizanim bedena wî bi çi birîbûn her der nav xwînê de mabû. Piştî kurê min ji ser hişê xwe çû birin serşoyê û di bin ava cemidî de hiştin.  Kurê min ji 16 salî biçûktire. Lê îşkence lêkirin. Çima kes vê îşkencê nabîne.”   ‘Polîs wek DAIŞ’ê bûn’   Saliyayê destnîşan kir ku di pêvajoya binçavikirinê de kurê wê û kesên ligel wî  dernexistine lavaboyê û xwarin nedanê. Saliyayê wiha dawî lê anî: “Kurê min 16 salî ye. Tevî vî temenî nehiştin di binçavan de em bibînin û telfeon bikin. Me çi bi dewletê kir. Dewlet îşkencê li zarokên me dike. Tu sûcê kurê min tune bû. Polîsên hatin mala me wek DAIŞ’ê bûn. Bila xweda vê zilmê qebûl neke.Ez dixwazim kurê minb ê berdan. Kurê min biçûke. Ez bang li parêzer û parlamenteran dikim. Bila piştgiriyê bidin me kurê min hîna 16 saliye.”