Parêzer Suzan Akîpa: Grava Îmraliyê cihê sûc e 2023-10-25 09:06:02     Şehrîban Aslan   AMED - Parêzer Sûzan Akîpa bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê di asta herêmî, neteweyî û navneteweyî de chê sûc e.   Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku roj bi roj tecrît lê girantir dibe, ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên ku 31 meh in li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ne tu agahî nayê girtin. Herwiha di vê çaroveyê de hemû serlêdanên malbat û parêzeran jî tên astengkirin.     Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Suzan Akîpa derbarê  tecrîdê de nirxandin kir.     ‘Dixazin Kurdên azad mahkum bikin’   Suzanê da zanîn ku desthilatdarî û hêzên dewletê seranserê dîrokê ji bo bi hêsantir civakan bikin bin kontrola xwe  têkiliya wan ya bi heqîqeta wan re qût dike û wiha vegot: “Hewl didin têkiyên navbera kes, civak û heqîqetê qut bikin. Têkiliyên navbera kes, civak û heqîqetê de li ser zemîna rast pêş dikevin.   Ev têkilî di êrîşeke îdeolojîk an jî fîzîkî de di alî civak de parastina cewherî teşkîl dikin. Desthialtdarî û hêzên dewletê dema vê dikin, şer, tundî, girtîgehan  carnan jî alavên îdeolojîk; zayendperstî, dewletperstî, netewperestîiyê dikin dewrê. Têgeh, sazî û kesên civakan temsîl dikin hedef digirin. Wek Birêz Ocalan îfadekirin, di şexsî Ocalan de dixwazin Kurdên azad mahkum bikin.”    ‘Prosedurek dijhiqûqî pêk tê’   Suzanê daxuyakirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dijhiqiya gerduniye û wiha vegot: “Tevî rêgeza ‘nikare bê radestkirin’ ya hiqûqa îltîca û radestkirinê, Abdullah ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de radestê Tirkiyeyê hat kirin. Grava Îmraliyê ne bi biryara Wezareta Dadê, bi peymanên veşarî yên hêzên binpêker û Tirkiyeyê de hat valakirin. Em niha bi tecrîda giran ku bi tu awayî têkilî û agahî jê nayê girtin dibînin ku li Îmraliyê prosedurek dijhiqûqî pêk tê.”   ‘Berxwedanek mezin mijara gotinê ye’   Suzanê Îmrali wek ‘di qada navneteweyî de cihê sûc’ da nasîn û got ligel vê li Îmraliyê berxwedanek mezin mijara gotinê ye û ev tişt bi lêv kir: “Tevî van şertên giran û dijhiqûqî li Îmraliyê berxwedanek mezin mijara gotinê ye. Birêz Ocalan tevî şertên tecrîdê xeta riya sêyemîn pêş xist û  hêvya azadiyê daye jinan, ciwanan. Îrade û israra wî ya di aştiyê de hilberîna wî fikr û ramanî nîşanê me dide.”   ‘Çavkaniya pirsgirêkan tecrîd e’   Suzanê destnîşan kir ku dema deriyên Îmraliyê hatine vekirin hatiye dîtin ku krîz çawa qediya ye û wiha dawî lê anî: “Dema deriyên Îmraliyê tên girtin em dibînin ku krîz û kaos çawa dertên holê. Rejîma Îmraliyê ne tenê pêkanînek girtîgehê ye, bandor li ser hemû civakê hatiye kirin. Çavkaniya hemû pirsgirêkan ji tecrîda giran ya li ser Birêz Ocalan diqewime. Dîsa hêza herî mezin ya ku vê tecrîdê bişîne berxwedana Îmraliyê ye. Ji bilî vê divê xwedî li çalaki û têkoşînên li hemû qadê bê derketin. Divê jin, ciwan, jinên Kurd, gel, rojnameger, rewşenbîg, hunermend, siyasetmedar, rêxistinên hiqûq û maf têbikoşin û wê wisa tecrîd bê şikandin.”