Îşkenceya lêgerîna tazî: Armanc şikandina îradeyê ye 2023-10-24 09:05:09     Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Hevseroka Şaxa OHD'ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk anî ziman ku îşkenceya lêgerîna tazî tê wateya "Şikandina îradeyê" û îktîdar jî li hemberî îşkenceya lêgerîna tazî bêdeng e.    Li girtîgeh û midûriyetên emniyetê sepandina lêgerîna tazî pêk tê, lê îktîdar li dijî vê yekê derdikeve. Herî dawiyê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Berna Çelîk û Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zekiye Îlbasan hatin binçavkirin û girtin, bi gotinan hatin tacîzkirin û bi lêgerîna tazî îşkence li wan hat kirin.    Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê Şukran Ozturk, derbarê lêgerîna tazî û binpêkirina mafan de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.   'Rûmeta mirovan dişkînin'   Şukran, daxuyand ku lêgerîna ku tê kirin divê ewlehiyê nexe nava xetereyê û wiha bi lêv kir: "Rêgez di mevzuatê de vekirî cih digire. Rêbaza lêgerîna tazî di sala 2021'ê de hat hat guhertin û kirin lêgerîna bi teferuat. Di lêgerînê de jî divê rûmeta mirovan neyê şikandin û li gorî hesasiyeta girtiyan nêz bibin. Heke fikara wan a madeyên xeter hebin jî lêgerîn divê ne ji hêla rayedarên girtîgehê ve ji hêla wezîfedarên tibî ve bên kirin. Ev tişt di mevzuatê de heye. Lê belê li gorî wê tevnagerin. Bi lêdanê, bi şikandina rûmetê û bi zorê ev lêgerîn tê kirin. Armanca vê yekê şikandina vîna kesên ku hatine binçavkirin an jî hatine girtin e. Ev tişt bi zanetî û qestî tê kirin."    'Binpêkirina ku tê kirin nayê qebûlkirin'   Şukran, diyar kir ku gelek caran îtîraz kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sererastkirina mevzuat, sepandina qanûnan, biryarên darazê, biryarên dadgeha bilind, Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), li gorî parastina vîna kesan û hesasiyeta mirovan hatiye amadekirin. Lê tu carî binpêkirina wan biryaran nayê qebûlkirin. Ligel biryarên heyî jî heman tiştî dikin. Çawa gelek sererastkirinên qanûnî û mevzuat li gorî qada navneteweyî jî hatibe amadekirin jî nayê sepandin."   'Qaşo li gorî mevzuatê tevdigerin'   Şukran, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser siyaseta li Tirkiyeyê tê meşandin: "Çend bêjin em li gorî mevzuat, sererastkirina qanûnan û hiqûqa navneteweyî tevdigerin jî ev tişt ne rast e û nayê sepandin. Wek komele em daxwaz dikin ku talîmatên devkî û giştînameyên wezeratê ji me re jî bê ragîhandin ku em serlêdana betalkirina wan talîmatan bikin. Lê belê ligel mafê me yê heyî jî li hemberî me bêdeng dibin, bêziman dibin û xwe kerr dikin."   Aşkerabûna bûyeran   Şukran, da zanîn ku îktîdara siyasî hiqûqê li gorî xwe bikartîne û wiha axivî: "Di her qadê de li gorî xwe tevdigere îktîdara siyasî. Bi dizî dibêje 'Bikin'  di siyasetê de înkara vê yekê dike. Polîs û karmenden parastinê ya înfazê li hemberî girtî û kesên ku hatine binçavkirin muameleyê xirab dikin. Bi taybetî jî kesên ku ji siyasetê re mijûl dibin bi wan pêkutiyan re rûbirû dimînin û serî li komaleya me didin, an jî ji raya giştî re radigihînin. Ev bûyer wisa aşkera dibin."   Şukran, destnîşan kir ku girtiyên siyasî li dijî lêgerîn tazî derdikevin û qala îşkenceyê dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi taybetî îşkence li girtiyên siyasî dikin. Ji ber ku talîmat ji hêla îktîdara siyasî ve tê dayîn îşkence jî li dijî kesên ku li hemberî îktîdarê derdikevin tê kirin. Armanc dikin ku vîna wan kesan bişkînin."