Tulay Hatîmogullari: Em ê sînoran derbas bikin û aştiyê pêk bînin 2023-10-22 10:11:04     ENQERE - Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tûlay Hatîmogullari di civîna Meclîsa Jinan de axivî û bal kişand ser şerê tê kirin û ev bang li jinên cîhanê kir: "Werin em bi gelê Kurd û gelê Filistînê re bibin yek.  Em dikarin bi hev re sînoran derbas bikin û bi destên xwe aştiyê pêk bînin."   Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) piştî kongreyê yekemîn civîna xwe li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dar xist. Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tûlay Hatimogullari ve hat kirin.   'Em bi bedelên ku hatine dayîn hatin roja îro'   Tûlayê diyar kir ku di 15'ê Cotmehê de bi dirûşma"Dîsa ji bo Azadiyê" kongreya xwe ya mezin li dar xistine û bi moral, coş û motîvasyona ku ji kongreyê wergirtine yekemîn civîna Meclîsa Jinan pêk anîn û got, "Em jin bi kelecan, hêvî û îradeya têkoşînê ya bê dawî, ji hemû hevalên me yên ji bo meclîsa me hatin hilbijartin di serdema nû de serketinê dixwazin.  Dîsa em ji havalên me yên ku berê ji me re hevserokatî kirin; Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Serpîl Kemalbay, Pervîn Buldan re spas dikin Ez spasiya hemû hevalên xwe yên ku di meclîsa me de berpirsyarî girtine, berdewam dikin û di qadên din de jî xebatên xwe didomînin. Em bi saya wan û bi ya bi sedan jinên kedkar ku niarim navê wan li vir rêz bikim hatin heta roja îro."   'Têkoşîna jinên ku bi fedekarî li berxwe dan di hişê me de ye'   Tûlayê da zanîn ku têkoşîna jinê têkoşîneke demdirêj e û got, “Berxwedana Sakîne, Sêvê, Fatma û serhildana Pakîze; Denîz Poyraz, Nagîhan Akarsel, Kader û Sîbelê tu carî ji bîr nakin." Tûlay bal kişand ser jinên dîl ên li girtîgehan û got, “Em helwesta berxwedêr ya Fîgen, Sebahat, Gultan, Leyla, Ayla û hemû hevrêyên me yên jin ên ku navê wan nikarim li vir êz bikin, tu carî ji bîr nakin. Em hewldanên jinên li sirgûnê kêliyekê jî ji bîr nakin. Di vê wateyê de kongreya me hêvî û biryardariya me zêde kir. Sipasiya bêdawî ji bo sazî, aliyên siyasî, pêkhateyên me yên ku bi beşdariya xwe di kongreyê de hêz dan me û gelên me yên hêvî mezin kirin dikim."   'Dîrok di sedsala 21'ê de şahidiya heman dîmenan dike'   Tûlayê bal kişand ser gûrbûna şerê li Rojhilata Navîn û diyar kir ku pêvajoya di navbera Îsraîl û Fîlîstînê de dema kongreya xwe li dar xistin êdî gihiştiye qonaxeke cuda. Tûlay diyar kir ku Îsraîl Xezza ji bo 2 milyon kesî veguherandiye girtîgeheke servekirî û got, “ Em êrîşên li ser Xezzeyê qebûl nakin. Di vî şerî de bedena jinan perçe perçe dibe. Me hemûyan dît ku di vî şerî de çawa bedenên jinan hatin teşhîrkirin û bi çi rengî siyaset hat meşandin. Mixabin di dirêjahiya dîrokê de bedena jinê û destavêtina sîstematîk a li ser jinê di şeran de weke rêbaz hatiye bikaranîn.  Niha jî heman tişt berdewam dike. Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê de jin bi taybetî jinên Êzidî çawa hatin kirîn û firotin em bi bîr bînin. "Me dît  ku ew çawa di sedsala 21-an de li bazarên wekî kole hatin firotin."   'Divê êrîşên li ser Rojava bên sekinandin'    Tulayê diyar kir ku divê Îsraîl êrişên xwe yên li dijî Filistînê tavilê bide sekinandin, her wiha divê tavilê êrişên bi fermana Tirkiyeyê li dijî Rojava tên kirin jî bên sekinandin û ev tişt g got," Divê tevahiya hêzên çekdar ên Tirkiyeyê tavilê xwe ji Sûriyeyê vekişînin. Di serî de pirsgirêka kurd, divê Tirkiye demildest pirsgirêkên xwe bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bike. Ji bo ku kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê bikarin di nava edalet, aştî, wekhevî û xwişk-biratiyê de bijîn, em neçarin ku nifteya çareseriyê bibînin û pêvajoyeke zagonî bi hev re ava bikin. Werin em bi hev re hîn bêhtir li gel gelên kurd û Filistînê bin."    Hin sernavên ku ji axaftina tulayê derketin pêş wiha ne:   "Banga me ya herî mezin ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê ye; em dikarin sînoran derbas bikin, bi destên hev bigirin û li ser xeta enternasyonal tevgera aştiyê ava bikin. Di serî de Rojhilata Navîn, pêdiviya hemû cîhanê bi vê yekê heye. Em jin bi hev re dikarin rê li ber rijandina xwînê bigirin.    Bila Abdullah Ocalan azad bibe    Birêz Abdullah Ocalan zêdetirî 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de ye. Ev 32 meh in jî ne malbat ne jî parêzer dikarin pê re hevdîtinê bikin. Ev rewş, di tu rejîmên otorîter ên cîhanê de nehatiye jiyîn. Dixwazim careke din balê bikişînim ser girîngiya fikrên birêz Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên gelên herêmê de. Di serî de pirsgirêka kurd, ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan divê demek beriya demekî tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Di serî de gelê kurd, ev daxwaz daxwaza hemû gelên herêmê ye. Em jinên tirkiyeyî û tevgera jinên kurd divê bi destên hev bigirin û têkoşîna aştiyê mezintir bikin.    Qeyûm hatin tayînkirin    Îktîdara Tirkiyeyê, karesatên ji şer mezintir tîne serê jinan. Ji Peymana Stenbolê vegeriyan ku temînata jiyana jinan bû. Her wiha pergala hevserokatiyê û rêgeza nûnertiya wekhev weke sûc nîşan dan û qeyûm tayînî îradeya jinan kirin. Ji şêweyê lixwekirina cil û bergan heta şêweyê jiyanê û hejmara zarokan, mudaxileyî her tiştekî jinan dike. Mîna Hîtler li Almanyeyê kiribû, li vir jî heman rejîm tê avakirn. Li vir banga min ji bo Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ye; peywira we ne ew e ku çav berdin destkeftiyên jinan, peywira we ew e ku hûn van mafan biparêzin û xurtir bikin.    Di 9 mehan de 323 jin hatin qetilkirin   Tenê di nava 9 mehên sala 2023’yan de 323 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Webala van komkujiyan di stûyê wan de ye. Divê hevdîtineke ji bo bisînorkirina mafê nefeqeyê ya li Meclisê nexin rojeva xwe jî. Êşa krîza aborî ya li welêt herî zêde em jin dikişînin. Hesaba beroşa li malê dikele ji me tê pirsîn. Weke ku krîza aborî, xizanî û birçitî bes neke, îcar jî rastî tundiya nava malê tên. Heke em nekarin xwe xweyî bikin û cihê hewana me nebe, sedema vê ev rejîm, ev pergale ye.    Rêveberiyên herêmî    Di mijara hilbijartinên rêveberiyên herêmî de rêgezên me hene. Em ê li gorî van rêgezan rola xwe bilîzin. Ya herî girîng jî ew e ku dê şaredariyên xwe ji qeyûman bistînin. Em ê şaredariyên nû li şaredariyên xwe zêde bikin. Ji bo pirsa ‘gelo dê ji bo bajarên li rojavayê Tirkiyeyê heman stratejiya sala 2019’an be’ jî dikarim vê bibêjim; siyaseta ku tenê li ser bingeha bi îktîdarê bidin windakirin besî me nake. Hewla me ew e ku birêve bibin. Stratejiya me ya ku bi hinekan bidin windakirin rast e lê divê em bêhtir li ser nîqaşan bikin. Ji bo vê jî dê li Amed, Mêrdîn, Wan û Stenbolê atolyeyên jinan bên lidarxistin. Em jin dê di van atolyeyan de stratejiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî diyar bikin. Piştre jî dê di konferansa me de stratejî bê eşkerekirin.    Em ê piştevaniya jinan mezintir bikin    Em ê tifaqa jinan a Rêya 3’yemîn, piştevaniya jinan mezintir bikin û jiyana nû bi hev re birêsin. Tevgera jinan a Tirkiyeyê û tevgera jinên kurd bi destên hev girtin û tecrûbeyên pir xweşik raber kirin. Ev rejîma otorîter, barê li ser milê me, zincîrên di piyên me de girantir dike. Em dikarin bi hev re li dijî vê rejîma otorîter têbikoşin û vê xaka mirî li ser xwe biavêjin. Derfet hene ku em gavên mezin biavêjin.    Em ê têkoşînê mezin bikin    Niha dem dema piştevanî û xwebirêxistinkirinê ye. Di serî de jin, em ê derî bi derî, kolan bi kolan, tax bi tax xwe birêxistin bikin. Li dijî zîhniyeta dibêje ‘herin malê tenê xwarin û zarokan çêkin’, em ê bi xurtkirina rêxistiniya xwe ya herêmî bersivê bidin. Ez bawerim ku em ê vê bikin.”