Ji salên 90’î heta îro têkoşînê her tim berdewam kir 2023-10-22 09:04:35     Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Rabîa û malbata xwe 30 sal berê ji ber zextên dewletê ji Êlihê koçî Îzmîrê dikin. Li dijî zextên ku li Îzmîrê jî berdewam kirin, têkoşîna wan jî bidawî nebû.   Ji ber zextên dewletê û ji ber cerdevanî qebûl nekirin Rabîa Yilmaz û malbata xwe Êlihê koçî Îzmîrê dikin. Rabîa ku tevî hemû zextan dest ji têkoşînê bernade, li Îzmîrê jî tişta ewil kiriye tevli xebatan bûye.    Hem zexta dewletê ya hem ya Hîzbullahê   Rabîayê da zanîn ku 30 sal berê ji gundê Kaniya Mezin a Heskîfê barkirina navenda Êlihê û ji ber zextan jî neçar mae koç bikin. Rabîayê wiha got: “Cerdevanî li hevjînê min ferz kirin. Hevjînê min nebû cerdevan. 40 rojan îşkence lê hat kirin. Çi kirin hevjînê min nebû cerdevan. Ji ber zext û êrişan em çûn Êlihê. Em li wir jî perîşan bûn. Me nikaribû em kirê bidin. Çare nema. Em çar salan li wir man. Kontra, hîzbullah li pey hevjîn û zarokên min bû. Îşkence li kurê min yê 13 salî kirin.”   Têkoşînê berdewam kir   Rabîayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Ji ber zext û pirsgirêkên aborî em hatin Îzmîrê.  Hevjînê min li Îzmîrê jî ji zarokên xwe re got biçin partiya xwe ez tu carê dest ji partiya xwe bernadim. Em bi hevkariya nasan çûn partiya xwe. Em tevli xebatan bûn. Li wir jî ji me re bûn bela. Cama me şikandin. Hevjîn, zarok û xizmên min girtin. Me çi kir em ji zextan xilas nebûn. Em HDP’îne û em êm her tim di partiya xwe de bin.”    Ji gund derketin lê zextan berdewam kir   Rabîayê bi lêv kir ku ji ber kurd bûn zext lê hatine kirin û wiha vegot: “Em li Îzmîrê li mala xwe nerehet kirin. Me ji kesên hatin mala me re got em ê xebatên xwe bidomînin. Hevjînê min carnan diçû gund. Ez nediçûm. 30 sale min gundê xwe neditiye. Gundê me wêran kirin, dar birîn, baxçeyên me şewitandin. Tu tiştekî me nehiştin. Ez jî naxwazim biçim wisa bibinim. Dema em li gund bûn dibistana me kirin qerekol. Li wir îşkence li mirovan kirin. Lê tevî hemû zextan em ê xwedî li çanda xwe derkevin.  Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em jî dixwazin vegerin gundê xwe. Mafê me jî heye.”   Rabîayê dawiya axaftina xwe de balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û der barê mijarê de wiha got: “Li girtîgehan zilmê li mirovan dikin. Ew mirov nexweşin. Her cureyê nexweşiyê hene. Nikarin hewcedariyên xwe bînin cih lê wan dikin hucreyan. Van mirovan berdin. Tahliye bikin. Divê ev zilm bidawî be.”