Dayikên Şemiyê bi qurnefîlên xwe ber bi meydanê ve meşiyan 2023-10-21 12:20:19   STENBOL - Dayikên Şemiyê, ligel êriş û astengiya polîsan ji bo çalakiya xwe ya 969'emîn li dar bixin, bi qurnefîlên xwe ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Dayikên Şemiyê yên di çalakiya xwe israr dikin, hatin binçavkirin.    Dayikên Şemiyê tevî hemû astengî û binçavkirinan jî dest ji têkoşîna xwe ya li Qada Galatasarayê bernadin. Dayikên Şemiyê di hefteya 969’emîn de bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe windayî bipirsin û faîl bên darizandin, ji bo li Qada Galatasarayê bicivin, meşiyan. Lê polîsan tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) heye jî çalakiya Dayikên Şemiyê asteng kirin. Heberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) û parlamenterê HEDEP’ê Cengîz Çîçek, parlamenterên HEDEP’ê Celal Firat, Ozgul Sakî, Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.    Cadeya Îstîklalê û hemû kuçeyên ku derdikevin Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Girseya Dayikên Şemiyê ku xwest li biçe qadê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Mafê Mirovan (AYM) jî biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamiya Beyoglûyê hincet nîşan dan û çalakiya dayikan asteng kirin. Girse demek dirêj di dorpêça polîsan da ma. Rojnamevanên xwestin dîmen û wêneyên dorpêçê bigirin jî ji wir hatin dûrxistin.    'Astengkirin sûcê destûra bingehîn e'   Parlamenterên HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî polîan dan û destnîşan kirin ku astengkirin û qedexeya Dayikên Şemiyê sûcek destûra bingehîn e û ew ê her kêlî li cem Dayikên Şemiyê bin.    Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal nerazîbûn nîşanî polîsan dan û wiha hat gotin: “Mertalan têr nekir, vê carê jî bi wesayîtên binçavkirinê hevalên me dorpêç kirin. Kes nikare şahidiya tiştên di dorpêçê de diqewimin bike. Em bi fikar in.”    Bi kelepçeyê hatin binçavkirin   Polîsan 26 dayik û parêzvanên mafê mirovan ji pişt ve kelemçe kir û wan xistin binçavan.