Aktîvîstên TJA'yê bertek nîşanî destdirêjiya li Îdirê dan 2023-10-21 09:35:08       Rojda Aydin   ÎDIR - Aktîvîstên TJA’yê bertek nîşanê destdirêjiya li Îdirê pêk hatî dan û bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet û gotin: " Divê em zarokên xwe biparêzin. Divê saziyên mafê mirovan û saziyên jinan xwedî li zarokan derkevin. Ger ku em bêdeng bin dê ev bûyer zêdetir bibin."   Polîtîkayên şerê taybet ên îktîdarê yên li ser Kurdistanê di her qada jiyanê de bê navber didome. Bikaranîn û belavkirina tiryak, fûhûş û dizî wek parçeyeke wan polîtîkayan li hemberî ciwanan tê meşandin. Îdir jî para xwe ji wan polîtîkayên şerê taybet girtiye. Rayedarên dewletê li şûna rê li ber belavkirina hişbirê bigirin rê didin firotinê. Tiryak, fûhûş û tecawiz girêdayî hev li hemberî ciwanên kurd li Îdirê tê meşandin.    6 mêrên ku nêzî 4-5 mehan destdirêjî li zarokekê kiribû me di nûçeyên xwe de anî bû ziman. Derbarê bûyerê de dayika wê axivîbû û banga hestiyariyê li welatiyan kiribû. Siyasetmedar û di heman demê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Îdirê ne, bertek nîşanê bûyerê dan û bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tê meşandin.    ‘Tiryak li her derê belav bûye’   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Îdirê Oya Malgaz, anî ziman ku li Îdirê polîtîkayên şerê taybet gelek bi awayek kûr tê meşandin û ev her ku polîtîka her ku diçe belav dibe. Oya, destnîşan kir ku ji polîtîkayên şerê taybet yek jî jê bikaranîna tiryakê ye û wiha got: “Bikaranîna tiryakê gelek zêde bûye. Ji ciwanan bigirin heta kesên ku zewicîne ev belav bûye. Ev di 15 salên dawiyê de ev rewş gelek zêde bûye. Di heman demê de bikaranîna tiryakê li kafeyan, pêşiya dibistanan, tax, kolan û heta hindirê malan belav bûye. Ji ber vê yekê em wekî welatiyên Îdirê ji vê rewşê gelek bifikarin. Em hemû çareseriyê digerin û dixwazin bibin parçeyek çareseriyê. Ji bo vê yekê jî em têdikoşin. Bila malbat xwedî li zarokên xwe derbikevin û destûrê nedin. Ger ku çavên malbatan ne li ser zarokên wan be, zarok dikevin rêyên nebaş. Ev rewş bûyerên qirêj jî bi xwe re tîne. Ev yek ji ber polîtîkayên dewletê pêk tên.”   ‘Ev kes ji çeteyan hêzê digirin’   Oya, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên bêcezabûnê ev bûyer zêde dibin û pêşiya vê yekê nayê girtin. Oya, bi lêv kir ku kesên ku tiryakê bikartînin, tacîz û tecawizê zarokan dikin li derve bi awayek serbest digerin û wiha axivî: “Kesên ku van qirêjiyan dikin jî bi hêza van çeteyan xwe li ser piyan digirin. Li dijî van polîtîkayên şerê taybet, tiryak û tecawizê wek DBP û TJA dest bi xebatên xwe bikin. Em ê xwe bigihînin hemû qadên jiyanê û bi gel re bên li cem hevdû û li ser van mijaran nirxandinan bikin. Li vê derê her çixwasî li ser bûyeran lêkolîn bikin tunebûna mirovahiyê bi vê awayî derbikeve holê. Ji bo zanist û rêxistinbûyîna malbatan em ê xebatên mezin û berfireh bikin. Em neçarin ku bibin parçeyeke çareseriyê. Divê hemû kes li hemberî vê yekê bibin yek û têbikoşin. Em li hemberî fûhûşê û tiryakê dengê xwe bilind bikin.”   ‘Xwedî li zarokê derkevin û têkoşînê mezin bikin'    Oya, di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser 6 mêrên ku destdirêjî li zarokekê kiribûn û wiha bangewazî kir: “Ji bo vê yekê me plansaziyek daye pêşiya xwe. Em her gavê parazvanê mafê mirovan e. Divê em zarokên xwe biparêzin. Em dixwazin jin, saziyên mafê mirovan û saziyên jinan xwedî li zarokê derkevin. Ger ku em bêdeng bin ev bûyer dê zêdetir bibin. Banga min ji hemû kesî re ew e ku xwedî li zarokê derkevin û têkoşîna xwe mezin bikin.”   ‘Ciwan roj bi roj dihelin’   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Îdirê Bahar Etrecî jî da zanîn ku ev hemû parçeyeke polîtîkayên dewleta qirêje û diyar kir ku ne tenê li Îdirê dewlet li tevahiya Kurdistanê ev polîtîkayên xwe dimeşîne. Bahar, daxuyakirin ku destdirêjiyê li zarokên 13-14 salî dikin û wiha pê de çû: “Li Îdirê polîtîkayên şerê taybet bi awayeke kûr tê meşandin. Zarokên ku bi tecawizê re rû bi rû dimînin ji ber şantajê û gefan nikarin ji malbatên xwe re tiştek bibêjin. Ji ber vê yekê fûhûşê li zarokan bi zorê didin kirin. Ev kesên ku îro tecawizê zarokên me dikin di heman demê de tiryakê jî bikartînin. Li hemberî van bûyeran ger ku em bêdeng bimînin dibe ku zarokên me jî bi vê yekê re rû bi rû bimînin. Divê bi taybetî dayik li hemberî vê yekê bêdeng nebînin. Em hertim dengê xwe derbixin û li hemberî vê zilmê bin. Îro ji ber bikaranîna tiryakê ciwanên me roj bi roj dihelin. Îro li Îdirê sedî 80’ê ciwan tiryakê bikartînin. Ji bo ku em ciwanên xwe ji vê rêyê xilas bikin divê em gavên pêwîst bavêjin.”   Banga xwedî li derketinê   Bahar, diyar kir ku dewlet îro bi zanebûn van polîtîkayan li ser ciwanên kurd dimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hemû vê yekê baş dizanin. Lê em bêdeng dibînin. Ger ku em wisa bêdeng bimînin dê gelek tişt bên serê me û zarokên me. Dema em bi malbatan re diaxivin dibêjin belê bûyerek wisa bûye, lê em nikarin dengê xwe derbixin. Dibêjin ku ger deng derbixin dê mirovên derdorê êrişên wan bikin. Em diçin kîjan malbatê dibêjin ku ev qas ciwan girêdayî tiryakê ne. Îdir gelek biçûk e û xwedî li cihek feodal e. Ji ber vê yekê dema bûyerên bi vê rengî tên jiyîn malbat li ser van bûyeran digirin. Çend roj berê derket holê ku destdirêjî li zarokekê kirine. Em ê piştevaniya têkoşîna malbatê bikin û em li cem malbatê bin. Em malbata xwe bi tenê nehêlin. Em ê dengê xwe bilind bikin da ku ji bo zarokên din bi bûyerên wisa re rûbirû nemînin. Bila hiqûqnas, saziyên jinan û rêxistinên zarokan piştevaniya malbatê bikin û xwedî li malbatê derkevin ku bila kiryar bêceza nemînin."