'Polîtîkayên qeyûm ji tecrîdê ne cihê ne' 2023-10-20 12:40:11     AMED - Parlamentera HEDEP'ê ya Amedê Halide Turkoglu ya di konferansa herêmî ya HDP'ê de axivî got polîtîkayên qeyûm ji tecrîdê ne cihê ne.   Wê Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 11'ê Mijdarê de li Enqereyê "Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk" li dar bixin. Berî konferansê jin li eywaneke dawetê ya Peyasa Amedê konferansa herêmî ya bi navê "Liberaliz û rêxistinbûyin" li dar dixin. Nûnerên partiyên siyasî, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Halide Turkoglu, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên civaka sivil û gelek jin tevlî konferansê bûn.    Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê parlamentera HEDEP'ê ya Amedê û Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê Halide Turkoglu ve hat kirin.    Di her qadê de têkoşîn hat kirin   Halideyê bi lêv kir ku rejîma heyî rejîma şer e û wiha got:"Bi qeyûman tê xwestin tundiya sistematik bi rêya qirkina çandê, bi rêya siyaset û aboriyê li ser vê axê têkeve meriyetê. Qayim wekî memûrên hatine tayikirin peywira xwe dikin. Ev polîtîkayana bêtir bandorê li ser qada jiyanê ya jinan û ciwanan dike. Gelek nîqaşên me çêbûn. Lê me paşde gav neavêtin. Hevserokên me endamên meclîsa jinan hewl dan siyaseteke demokratîk bê meşandin. Li kolanan û li kuçeyan ev rojev ava kirin. Konferans li dar xistin. Hevdîtina bi gelek tevgerên jinan re jî mijara gotinê ye."   'Hevserokatî xeta me ya xemrî ye'   Halideyê da zanîn israrkirina di qeyûman de tê maneya polîtîkayên înkar û tunekirinê yên li dijî kurdan û wiha got:"Rejîma qeyûman tê maneya rakirina ji holê ya çareseriya meseleya kurd a bi rêya demokratîk. Her wiha tê maneya xespkirina destkeftiyên jinan. Tê maneya hedefgirtina pergala hevserokatiyê. Hevserokatî xeta me ya xemrî ye."   'Polîtîkayên qeyûm ji tecrîdê ne cihê ne'   Halideyê bi lêv kir polîtîkayên qeyûm ji tecrîdê ne cihê ne û wiha pê de çû:"Israrkirina di şer de tê wateya israrkirina rejîma qeyûman. Dema me wekî HEDEP kongreya xwe li dar xist me peyam da cîhanê. Me got ji bo aştiyeke bi rûmet çi ji destên me bê em ê bikin. Ji bo em destkeftiyên jinan biparêzin em ê serhildana xwe xurt bikin. Yek ji qadên vê yekê jî rêveberiyên xweser in. Demokrasiya herêmî bi destên qeyûman tê xespkirin. Ger em dixwazin li dijî polîtîkayên şer polîtîkayên aştiyê têxin meriyetê divê em bi jin ciwan û gel re biaxivin. Em vê yekê jî dikarin li qadên rêveberiya xweser bikin. Ji Rojava heta Kurdistanê em hewl bidin vê yekê pêk bînin. Bi qayîman dixwazin fikir û paradîgmaya me têxin binê tecrîdê. Polîtîkayên qeyûm ji tecrîdê ne cihê ne. Em dizanin qeyûman ji me çi revandine. Paradîgmaya me ya netewa demokratîk heye. Em ê bi hev re têkoşîna xwe geş bikin. Bila rêya me vekirî be."   Piştî axaftina Halide konferans ji çapemeniyê re girtî, dewam kir.