'Xebat û têkoşîna me wê azadiya Rêbertî mîsoger bike' 2023-10-20 09:14:45     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên tevlî panela ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ew xebat û têkoşîna xwe didomînin û wiha gotin:"Ji bo em sosyolojî û ramanên Rêbertî ya ji bo çareserkirina şer û aloziyên cîhanê bidin pêş, em ê têkoşîn û xebatên xwe bidomînin."   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind tê ragirtin û zêdetirî 2 salan e ango 31 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê tê dayin. Her wiha parêzer û malbat, ji bo hevdîtina bi Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî her tim hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê didin. Lê belê her carê hevdîtin bi hincetên pûç û vala tên redkirin.    Kar û xebatên li dijî tecrîda giran û derbarê raman û felsefeya Abdullah Ocalan jî dewam dikin. Li Rojavayê Kurdistanê jî her tim çalakiyên li dijî tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan didomin. Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi tevlîbûna Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûrî û Însiyatîfa Parêzerên Sûrî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û bi tevlîbûna gelek partiyên siyasî panel hat lidarxistin. Endama Insiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûrî, Zeyneb Hebeş û Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso têkildarî mijarê axaftin kirin.    'Em ê azadiya Rêbertî mîsoger bikin'   Endama Insiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûrî, Zeyneb Hebeş têkildarî panela hat lidarxistin wiha got:" Di bin hemleya 'Azadî ji bo Rêber Apo û çareseriya siyasî ji bo doza kurdî' de me panela xwe li dar xist. Di panelê de gelek partiyên siyasî ji taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û ji derveyî her du taxan her wiha bi riya skaypê ji Misir, Fransa û Lubnanê tevlî panelê bûn. Bi dewamkirina xebatan û xurtkirina têkiliyên bi partiyên siyasî re em ê azadiya Rêbertî mîsoger bikin û meseleya kurd çareser bikin."   'Nirxandinên girîng hatin kirin'   Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso derbarê tevlîbûna wan a panelê de wiha got:"Di vê xebata ku Însiyatîfa Sûrî ya Azadiya Rêber Apo li dar xistiye, gelek partî û kesayetên siyasetmedar tevlî bûn. Ji Heleb û derveyî wê, ji bo nirxandina rewşa komployê ya ji aliyê siyasî ve gelek kes tevlî bûn. Di heman demê de jî ji aliyê zagonî û hiquqî ve nirxandinên pir girîng hatin kirin."   'Bi zanebûn tecrîdê girantir dikin'   Di berdewamiya axaftina xwe de Ayşeyê diyar kir ku tê xwestin aloziya li Rojhilata Navîn bê dewamkirin, neyê çareserkirin û wiha lê zêde kir:"Hemî partiyên siyasî yên ku bi nirxandinên xwe yên dewlemend di panelê de cih girtin dan xuyakirin ku komploya li ser Rêbertî ji bo neçareserkirina meseleya kurd e. Her wiha dixwazin aloziya di Rojhilata Navîn de dewam bike. Bi vî awayî bi zanebûn tecrîdê girantir dikin. Di heman demê de erka me ya ji bo azadkirina Rêber Apo çiye, li ser vêya hat sekinandin."   'Têkoşîn ji hemî aliyan ve dewam dike'   Di dawiya axaftina xwe de Ayşeyê da zanîn ku hemî partiyên ku li vir amede ne wê bi têkoşînê berdewam bikin û wiha got:" Ew ê hemû partî bi yek destî û azadiya rêbertî misoger bikin da ku di hemî aliyên siyasî, civakî de têkoşîn bê mezinkirin. Ji bo em sosyolojî û ramanên Rêbertî ya ji bo çareserkirina şer û aloziyên cîhanê bidin pêş, em ê têkoşîn û xebatên xwe bidomînin."