Perwerdehiyên dema nû yên MED-DER'ê dest pê dikin 2023-10-18 09:16:56     AMED - Li MED-DER’ê ku bi zimanên kurdî perwerdê dide, perwerdehiyên dema nû dest pê dike. Hevsreoka MED-DER’ê Şukran Yakut li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê banga tevlibûna kursên ziman li Gelê Kurd kir.   Kurd ji bo zimanê xwe bidin jiyîn têdikoşin û yek ji parçeyê vê têkoşînê jî perwerdehiyên ziman in. Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman ya Mezopotamyayê (MED-DER) li Amedê her dem qursên bi Kurmancî û Kirmanckî dide. Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakut der barê qeydên dema nû de axivî û da zanîn ku kurdan ji boz iman têkoşîna mezin dane û hîna jî didin.   ‘Zimanê dayikê girîng e’   Şukranê da zanîn ku mirov dema tên dinê xwedî li zimanê xwe dertên û bi taybet di temenê biçûk de ji bo zarokan zimanekî din bê fêrkirin jî, hînbûnên ku zimanê dayikê tîne xwe nîşan didin. Şukranê wiha dirêjî daye: “Zarok zikê dayikên xwe de dengan dibihizîn. Bi taybet dengê dayika xwe. Nav demê de zimanê tê axaftin dibihize. Dema tê dinê jî bi wî zimanê derdorê nas dike. Zarokên hinek mezin dibin zimanên din dikarin fêr bikin û baxivin. Lê tu tişt cihê zimanê an nagire.”    ‘Qadên perwerdê tên astengkirin’   Şukranê daxuyakirin ku kurd ji bo zimanê xwe biparêzin û bidin jiyî pir berxwe dane û anî ziman ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê hewl tê dayîn zimanê kurdî bê tunekirin. Şukranê wiha anî ziman: “Kurd ji bo zimanê xwe têkoşîna mezin didin. Li ser kurdan polîtîka asîmîlasyonê ya sistematik tê meşandin. Asîmîlasyon didome. Mafê perwerda kurdî tê astengkirin. Bi qeyûm û alavên cuda hewl didin ziman ji jiyana mirovan derxînin.”   ‘Divê hev fêm bikin’   Şukranê destnîşan kir ku ger kurmanc û zaza bi hev re di piştevaniyê de bin wê ji bo jiyankirina zimanê kurdî bigihêjin armanca xwe û wiha bi lêv kir: “Kurmanc ji ber kirmanckî fêm nakin û naxivin hinek ji zazayan bi gazinc in. Lê divê ev rewş bê fêmirin. Li vê erdnîgariyê bi hev re hebûna xwe didomînin. Ez nabêjim ku kurmanc bila kurmanckî, zaza jî kurmancî biaxivin. Bila hev fêm bikin.”   Banga tevlibûna qursan   Şukranê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser perwerdehiyê dema nû ya li MED-DER’ê û banga tevlibûnê li hemû kesî kir ku zimanê xwe fêr bibin û got: “Em hem dersên kirmanckî hem jî yên kurmancî didin. Hem yên onlîne hem jî yên rû bi rû.  Gelek bi derfete. Em hewl didin xwe bigihînin her kesî. Em bang li hemû kesî dikin ku tevli qursên me bibin û ji bo qursan qeyd bikin.”