Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî xebat didomin 2023-10-17 09:04:14       ŞIRNEX - Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz diyar kir ku xebatên hilbijartinên herêmî ji niha ve dest pê kirine, li bajarên Kurdistanê ku qeyûm lê hatine tayînkirin dê di pêşengiya jinan de bixebitin û got, "Herî zêde jin hêviyê ddin û em ê erka xwe ya mezinkirina vê hêviyê bi cih bînin."   Piştî Rewşa Awarte (OHAL) ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an hate îlankirin, destkeftiyên gelê Kurd û jinên Kurdistanê hedef hatin giritn. Hikûmetê bi hinceta hewldana derbeyê, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK)  saziyên demokratîk û saziyên çapemeniyê girtin û qeyûm tayînî şaredariyên li Kurdistanê kirin. Tevî ku şaredariyên ku heta sala 2019’an bi qeyûman dihatin birêvebirin, bi hilbijartinên herêmî re dîsa ketin bin rêveberiya HDP’ê, careke din ji Tebaxa 2019’an şûnde tayînkirina qeyûman dest pê kir.   Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin rêvebirina qeyûman nirxand û di derbarê amedekariyên hilbijartinên bê de axivî.   ‘Qeyûm talankirin, tunekirin û dizî ye’   Songul Korkmaz di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji 2016’ an heta niha bi tayînkirina qeyûman re rû bi rû mane. Songulê anî ziman ku tayînkirina qeyûman ne tenê ji bo hevserok û meclîsên şaredariyê ji pêywirê bigre û got ku bi tayînkirin qeyûman re xwestin pergala mêrperest bikeve pêşiya jiyana hevpar. Songulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî jî ji bo xebatên me yên jinê û îradeya jinê êrîşên xwe zêde kirin. Ji 2016’an de qeyûm hatin tayînkirin û xwestin bikevin nav şaredarî û gel. Ji ber ku şaredarî civakê bi rêve dibe. Ji ber vê jî xwestin bikevin nav şaredarî û gel, herdu qada cûda bikin û ji hev dûr bixin. Lê belê biser neketin. 2019’an dema ku em hatin pêywirê jî xwestin bi rêya şaredariya bikevin nava gel û hilweşîneke gelek mezin li paş xwe hîştin. Armanca qeyûman ne ku xizmeta gewl bikin û bajaran rêve bibin. Dema ku tu ji bo bajarekî xebatê bikî divê herî kêm ji bo 50 salan pêşeroja xwe bibînî. Lê belê tayînkirina qeyûman ser esasê talan û tunekirin, dizî û gendeliyê hate danîn. Hayê wan ji xebat û xizmeta ji bo gel tune û ji bo gel çi baj e ne xema wan e. Em dizanin ku ev sed salê komarê ye û heta niha qada serokatiyê ji mêran re hatibû hîştin. Ji 2014’an vir ve bi rêxistina HDP’ê êdî em jin bûn hevserok û çûn şaredariyan. Sedsal e ku sazî bi hişmendiya mêran hatine rêvebirin. Lê bele tevgera jinên kurd ev pergal berovajî kir. Me ev pergala wan ya yekmêrî û zayendperest  berovajî kir. Ji ber vê yêkê ewqasî êrîşê me dikin û destkeftiyên me ji holê rakin.”   ‘Em ê heta dawî xwedî li pergala hevserokatiyê derkevin’   Songulê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Êlihê û destnîşan kir ku li cihê miduriyeta jinê mêrek hatibû peywirdarkirin. Songul da nişandan ku bi peywirdariya wî mêrî re xwestine peyamekê bidin û wiha dom kir: “Dixwazin bêjin ev der her çiqas cihê jina be jî  bi nêrîn û hişmendiya mêran divê bê rêvebirin. Di nav gel de bertekek xurt hat nîşandan û neçar man ku wî mêrî paşve bigirin. Her çiqas di bin banê şaredariyê de saziyên jinan hebin pişît tayînkirin qeyûman bi hişmendiya meran tên rêveberin. Ji ber vê yeke ewas êrîş dikin. Dixwazin di dadgehan de jî ji bo pergala me ya hevserokatiyê me bidarizînin. Em vê qet qebûl nakin û ev xeta me ya mor e. Ji ber vê jî em ê heta dawiyê xwedî li  xeta xwe ya mor û destkeftiyên xwe derkevin. Ji ber ku her destkeftiyeke me bi berdelên herî giran hatiye bidestxistin. Ji ber vê yekê jî divê hemû jin xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Ku em îro xwedî li destkeftiyên xwe dernekevin, wê sibê zêdetir bi ser me de bên. Divê em heta dawî xwedî li pergala xwe ya hevserokatiyê derkevin.”   ‘Pergala hevserokatiyê li cîhanê bûye rol model’   Songulê binê sedema di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan xêz kir û da xuyakirin ku ew li hemberî pergala yekparêz wekî alternatîf jiyana hevpar didin avakirin. Songulê bilêvkir ku di civakê de ya herî zêde pirsgirêkê dijî û pêdiviya civakê dizane jin e. Pergala me ya hevserokatiyê niha li cîhanê bûye rol û model. Niha li pêşiya me hilbijartin heye û divê em zêdetir rengê jinê derxin pêş. Ji ber ku afirînera jiyanê jin e. Ji ber vê yekê divê bi fikr û ramana jinê xebat bên kirin. Ji ber vê yekê em giranî didin ser komxebatan.”   ‘Hêz, sekn û îradeya jinên kurd moral dide jinên Rojhilata Navîn’   Songulê daxuyand ku di hilbijartin, siyaset û  her qada jiyanê de barê herî giran li ser mile jina ye. Songulê destnîşan kir ku herî zêde jin hêviyê didin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Ji bo ku em vê hêviyê mezintir bikin, çi dikeve ser milê kê divê rol û mîsyona xwe bi cih bînin û li gorî pêywira xwe  tevbigerin. Di pêşerojê de wê xebatên me zêdetir bibin. Pêwîste em di ferqa hêza xwe de bin. Îro hêz, sekn û îradeya jinên kurd moral dide jinên Rojhilata Navîn û cîhanê. Mînaka berxwedana ‘jin jiyan azadi’ çawa di demekê tarî de bû pêşenga ronahiyê, em hêvîdarin ku jin di hilbijartina rêveberiyên heremî de jî li gorî roj û mîsyona xwe tevbigerin. Bi vî awayî em ê bi gel re bimeşin.”