Bi hezaran kes 'ji bo azadiyê' li Enqerê ne 2023-10-15 09:15:14     ENQERE - Bi hezaran kes ji bo 4'emîn Kongreya Mezin a Partiya Çep a Kesk ku bi dirûşma "Ji bo azadiyê" dê îro pêk bê, di saetên serê sibê de dest bi ketina salonê kirin.   4'emîn Kongreya Mezin a Partiya Çep  Kesk bi dirûşma "Dîsa ji bo Azadiyê" îro li Salona Sporêya Ataturk a Enqereyê tê lidarxistin. Kesên hatin kongreyê ji çerxerêya Ulus Baruthane derbasî salonê bûn.  Li salonê pankartên bi dirûşma "Ji bo azadiyê", "Li dijî kapîtalîzmê, jiyana mirovane keda rêxistinî", "Ne avhewayê pergalê biguhere", "Ji bo siberoja azad. bi ciwanên rêxistinkirî re", "Ji bo astengdaran jiyaneke nû, "Sond ji Rêya re 3" vekirin, "Rêya 3'emîn dê serkeftinê bîne, "Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk" û "Destûra Bingehîn a Demokratîk" hatin daliqandin.   Jin bi otobusên ku ji Tirkiye û Kurdistanê hatin derxistin, bi şal û cil û bergên xwe yên zer, sor û kesk û cil û bergên neteweyî û bi tilîliyan tevlî kongreya ku ji 10 hezarî zêdetir dê kes beşdar bibin bûn. Girseya ku herikî qadê bê navber dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.   Bernameya kongreyê   Kongre wê bi parvekirina rojevê û deqeyek rêzgirtinê destpê bike. Piştre jî dê hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Îbrahîm Akîn axaftinek bikin û bername dê bi pêşandana sînevîzyonê berdewam bike. Piştî axaftinan guhertina tuzika partiyê, biryarname bê pêşkêşkirin, danasîn û axaftina namzetên hevserokatiyê, danasîna mêvanên ji welatan bê kirin û peyamên ji bo kongre yê dê bên xwendin.