'Wek Kobanê dê xwedî li Rojava jî derkevin' 2023-10-14 09:05:59       Rojda Aydin    WAN - Siyasetmedarên jin ên Wanê bertek nîşanê êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin hêstiyariya ku nîşanê pêvçûnên li Fîlîstîn û Îsraîlê tê dayîn divê nîşanê Rojava jî bê dayîn û gotin: "Şoreşa jinê û destkeftiyên Rojava hedef tên girtin. Lê berxwedana jinan a li hemberî êrişan dê bidome.”   Êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Di encama êrişan de bi hezaran welatî hatin qetilkirin. Sazî û dezgehên sivîl, rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên Kurdistanî li hemberî êrişan bertekên xwe anîn ziman û daketin qadan. Siyasetmedarên jin ên Wanê jî ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û diyar kirin ku bi êrişan şoreşa jinê û destkeftiyên li Rojava tên hedef girtin.    ‘Jin bi têkoşîna xwe li hember van êrişan disekine’   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rêya Armûşê Dîlan Çelîk, di destpêkê de êrişên li dijî Rojava şermezar kir û got ev êriş ne cara ewile û ne jî ya dawiyê ye ku tê kirin. Dîlan, bi lêv kir ku bi salan e li dijî Rojava êrişekî bê navber tê meşandin û da zanîn ku bi taybetî bi şoreşa jinê re ev êriş vala hatine derxistin û wiha domand: “Em îro lê dinêrin ku ev şoreş ji aliyê jinên berxwedêr ve tê meşandin. Jin bi têkoşîna xwe li hember van êrişan disekine. Dewleta Tirk her dem ji şoreş, fikr û ramanê jinê tirsiyaye. Ji ber vê yekê bi êrişan dixwazin vê yekê asteng bike. Desthilatdar jî gelek baş dizane ku ev şoreş bi pêşengiya jinê ve pêk tê. Ji ber vê yekê dibêjin ger ku pêşiya jinê bigirin, dê bikaribin pêşiya hemû tiştî jî bigirin. Ji ber vê yekê zêdetir êrişê Rojava û şoreşa jinê dikin. Îro êrişên ku li dijî Rojava tê meşandin de sivîl, jin û zarok tên qetilkirin. Wargehên welatiyan tên gulebaran kirin. Em êrişên li dijî Rojava qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin.”   ‘Çawa ku Kobanê neket, dê Rojava jî nekeve’   Dîlan, bal kişand li ser şerê di navbera Fîlîstîn û Îsraîlê de pêk hatî û wiha pê de çû: “Îro di navbera Fîlîstîn û Îsraîlê de ku pêvçûnek heye, hemû kes rabûne bertek nîşanê vê êrişê didin. Kesên ku îro di bin navê olê de bertek nîşanê êrişê wê derê didin, çima îro bertek nîşanê şerê ku Rojava tê meşandin nadin. Divê mirov bi awayek mirovî nêz bibe û di navbera mirovan de cûdakariyê nekin. Rojava li ber çavan e. Bi salan e li dijî Rojava ev êriş hene. Di van êrişan de sivîl tên qetilkirin. Îro li wê derê sûcê mirovahiyê tê kirin. Di bin navê olê de cudakariyê dikin navbera mirovan û nasnameyan. Bertek çawa nîşanê şerê Îsraîl û Fîlîstînê tê kirin, divê bertek nîşanê Tirkiyeyê jî bikin. Dema mirov odlar be divê nasnameyan nenêrin. Mirov mirov e. Şer jî şer e. Divê di rewşekî wisa de em mirovahiya xwe pirsiyar bike. Ji ber vê yekê em şerê li Rojava qebûl nakin. Em li dijî şer in. Kesên ku dibêjin ez mirov im êrişên ku li ser Rojava tê meşandin qebûl nekin û bertekên xwe mezin bikin. Divê li hember şer bin. Bi qetilkirina kurdan ve dixwazin nasname û kurdan tune bikin. Li Rojava mozaîkekê gelek xweş heye di aliyê demokrasî, perwerde û jiyana rojevî de. Li wê derê jiyanek nû hatiye avakirin. Jiyana wê derê di cîhanê de mînak e. Ev ji bo desthilatdariyê tirse. Jiyana demokratîk û xweş ku bi bedelên giran hatine avakirin, dixwazin ji holê rabikin. Desthilatdar ji kurdan ditirse. Çawa ku Kobanê neket, dê Rojava jî nekeve. Jin heta pêşengê vê şoreşê be dê Rojava, Kobanê û şoreşê de jî têk neçin.”   ‘Dema mijar dibe kurd hemû kes bêdeng dibe’   Hevseroka DBP’ê ya Tûşbayê Nahîde Korkmaz jî destnîşan kir ku bi salan e li dijî Rojava şerê ku tê meşandin de jin û zarok hedef tên girtin û qetilkirin. Nahîde, got ku daxwaza wan ew e ku şerê li dijî Rojava demildest bi dawî bibe û wiha axivî: “Li dijî Rojava şerê ku tê meşandin de jin her tim bû pêşeng. Ji ber vê yekê em îro jî bi hêza jinê bawerin. Em dixwazin ev şer bisekine û pêşiya van komkujiyan bisekinin. Em naxwazin ku êdî jin û zarok bên qetilkirin. Desthilatdar Gelê Kurd nas nake û naxwaze. Ji ber vê yekê êrişê xak û destkeftiyên wan tên kirin. Ev têkoşîn têkoşîna bi salan e. Desthilatdar herî zêde ji hêza jinê ditirse. Lê belê em jin tu carî dev ji vê têkoşîna xwe bernadin. Em ê îro êrişên ku li dijî Rojava tê meşandin vala derbixin. Çawa ku demên berê li Rojava şoreşa jinê pêk hat, dê îro jî bi vê şoreşê ev şer vala bê derxistin. Li dijî vê şerê ku tê meşandin divê em kurd hemû bibin yek. Ew ji hêza jinê ditirsin. Dê dîsa jin pêşengiya vê pêvajoyê û şoreşê bike. Dê şoreşa jinê vê şerê vala derbixe. Li aliyekê dema ku em lê dinêrin hemû kes li dijî şerê Rojava bêdeng in. Kesên ku bertek nîşanê şerê Fîlîstîn û Îsraîlê didin, bertek nîşanê şerê ku Tirkiye daye meşandin nadin. Em kurd her tim li dijî êrişên desthilatdariyê li ber xwe didin. Armanca me ava kirina jiyanek azad û wekheve. Lê belê îro ew li hemberê vê yekê disekinin. Dema mijar dibe kurd, hemû kes li hemberê kurdan disekine. Kesên ku bertek nîşanê şerê Fîlîstînê didin, li hember şerê Rojava bêdeng mane. Divê li hember hemû şeran yek deng bê derxistin. Lê şoreşa jinê dê vê şerê vala derbixe. Daxwaza me ew e ku ev şer bê sekinandin û mirov neyên qetilkirin. Em şer naxwazin. Ji bo ev şer bê sekinandin vê pêvajoya çareseriyê carekedin bê destpêkirin.”   ‘Ji şer re êdî bes’   Alîkara Hevseroka Partiya Çep a Kesk a Wanê Herdem Acar jî daxuyakirin ku şoreşa Rojava di salên 2012-2013’yan de li dijî desthilatdariya AKP’ê û DAIŞ’ê destpêkiriye û destnîşan kir ku ev şoreş bi pêşengiya jinê pêk hatiye. Herdem, da zanîn ku şoreşa jinê ya Rojava li hemû cihanê tê zanîn û wek mînak tê dîtin. Herdem, wiha pê de çû: “Ji ber ku tehemûla wan ji şoreşa Rojavayê re nehat bi salan e li dijî wê derê ev êrişên xwe bê navber didomînin. Desthilatdariya AKP’ê piştî her gotinên xwe yên gefxwarinê êrişê Rojava dike. Êrişa li dijî Rojava de xak, sivîl, jin, zarok û destkeftiyên wê derê hedef hatine girtin. Ne bi tenê îro bi salan in şerê ku li dijî Rojava tê meşandin sûcê mirovahiyê ye. Di exlaqê şer de jî ev yek tuneye. Di her qada jiyanê de welatî bertek nîşanê şerê Îsraîl û Fîlîstînê dide. Divê heman hêstiyarî ji bo Rojava jî bê nîşandan. Li wê derê jî komkujî heye û li wir jî sûcê mirovahiyê tê kirin. Dema ku mijar dibe kurd sekin û hevdîtin cûda dibin. Divê ne bi tenê nasnameya kurdîtiyê ve bê dîtin. Îro li Rojava jin û zarok tên qetilkirin. Divê di hemû qadên jiyanê de mirov bertek nîşan bide. Divê êdî ji vê şerê re bêjin bes e.”    ‘Mijar, mijara hemû Gelê Kurd û Kurdistanê ye’   Herdem, bi lêv kir ku armanca desthildariyê ew e ku bi van êrişan nasname û xaka kurdan tune bikin û desteser bikin. Herdem, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema em li Bakur, Başûr, Rojhilat jî dinêrin heman pergal li wê derê jî heye. Li wan deran jî tenê li dijî kurdan êriş tên kirin. Bi şer, girtin, binçavkirin û kuştinê dixwazin Gelê Kurd bidin sekinandin. Desthilatdar îro hemû hêzên xwe li dijî Rojava bikar tîne. Êrişên desthilatdariya tirk bi salan e li dijî wê derê bê navber didome. Bila Gelê Kurd di wê hêstiyariyê de be û bertek nîşanê vê şerê bide. Mijar ne bi tenê Rojava ye. Mijar, mijara hemû Gelê Kurd  û Kurdistanê ye. Bila Gelê Kurd bibe yek û ji vê şerê re bêjin êdî bes. Sekneke rêxistinî bidin nîşandan.”